Tirkiye, Dinya

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun bertek nîşanî rasera Îsraîlê ya ser Mescîdê Eqsayê da

"Tu carî nayê qebûlkirin ku Îsraîl êrîşî pîrozweriyên me bike. Em rasera bi bombeyên dengê ya li ser Mescîdê Eqsaya ku qibleya me ya ewil e bi tundî lenet dikin"

Zafer Fatih Beyaz   | 08.05.2021
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun bertek nîşanî rasera Îsraîlê ya ser Mescîdê Eqsayê da

Ankara

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun bi tundî bi bombeyên dengê rasera Îsraîlê ya ser Mescîdê Eqsayê lenet kir.

Altun ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê li Mescîdê Eqsayê ya li herêma Bajarê Kevin a Qudsa Rojhilat a dagirkirî êrîşa polêsên Îsraîlê ya dijî cemeatê da daxuyanî da.

Altun diyar kir ku bi fikar polîtîkaya tundî û dagiriyê ya ku Îsraîl dijî Filistîniyan didomîne dişopînin û got ku "Tu carî nayê qebûlkirin ku Îsraîl êrîşî pîrozweriyên me bike. Em rasera bi bombeyên dengê ya li ser Mescîdê Eqsaya ku qibleya me ya ewil e bi tundî lenet dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.