Serokê Meclisa Iraqê: Em piştgiriyê didin bangewaziya hilbijartina pêşwext a Sedr

Iraq
Serokê Meclisa Iraqê Mihemed Helbûsî diyar kir ku ew piştgiriyê didin bangewaziya hilbijartina pêşwext a Muqteda es-Sedrê lîderê Tevgera Sedrê kir.
Helbûsî ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku Meclisa Nûneran nûnertiya gel dike û komên dest bi tevgerê kirine jî parçeyek ji Meclisê ne.
Helbûsiyê siyasetmedarê Sunî destnîşan kir ku bi tu awayî divê bangewaziya Sedr neyê piştguhkirin û wiha domand: "Em piştgiriyê didin pêvajoya ku bila hilbijartina giştî û herêmî ya di çarçoveya berjewendiyên welêt da li gor rê û rêzikên makezagonê û bi nêrîneke demokratîk va li serê lihevkirin pêk bê."
Sedrê lîderê Şiî di 3ê Tebaxê da daxuyanî da û got ku bila parlemento bê betalkirin û hilbijartina pêşwext bê kirin û bi vê tevgerê jî derî li reqîbên xwe yên siyasî yên Şiî ku nêzî Îranê ne girt.
Lîderê Heşdî Şabiyê Falîh el-Feyyad jî di daxuyaniya duh weşand da got ku ew bangewaziya Sedr a ji bo hilbijartina pêşwext red dike.