Aynur Şeyma Asan, Emirhan Demir
13 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2026
Trump beşdarî kanala Fox Newsê bû û der barê rageşiya navbera Amerîka û Îranê da daxuyanî da.
Trump li ser pirsa pêşkêşvan a der barê helwesta Îranê ya ji bo Tengava Hurmuzê da wiha bersiv da, "Tengav (a Hurmuzê) wê têkeve destê me. Tu tiştekî wan (Îranê) tuneye."
Trump diyar kir ku ew ê "pir tund li Îranê bixin û lêxistina Îranê bidomînin" û wiha got, "Tengav (a Hurmuzê) wê têkeve destê me. Îhtimal e ku em ê bi rê va bibin. Em ê bibin gardiyanên tengavê."
Trump îdia kir ku ew ê di bergîdana "gadiyantiya" Hurmuzê da pere bistînin û wiha dewam kir, "Me salên dûr û dirêj ev kar bê pere kir, lê em ê êdî vê yekê bê pere nekin. Bila kes li bendê nemîne ku em ê bê pere bikin. Ji 50 salî zêdetir e me tengav parast û me di bergîdana wê da pere qet nestand. Wan hemû pere hilda."
Trump diyar kir ku wan di vê pêvajoyê da Tengava Hurmuzê "badilhewa parast".
Trump daxuyand ku bi Îranê ra "peymanên wan" hene û duh 11 saetan bi wan ra axaftin hat kirin û wiha dewam kir, "Peyman temam bû, lê paşê xerab kirin. Timî xerab dikin. Me bi van merivan ra 10 peyman çêkirin."