Hakan Çopur
03 Tebax 2026•Rojanekirin: 03 Tebax 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku danûsitandinên bi Îranê ra dê 3yê Tebaxê roja Duşemê cardin dest pê bikin û ew bi erênî dibîne ku rêkeftinek pêk were.
Serokê Amerîkayê Trump dema ji New Jerseyê vedigeriya Washingtonê di balafirê da pirsên rojnamegeran ên têkildarî rojevê bersivandin.
Trump eşkere kir, piştî ku êrîşa plankirî rawestand, danûsitandinên bi Îranê ra dê 3yê Tebaxê roja Duşemê cardin dest pê bikin.
Serokê Amerîkayê ji xeynî vê diyar kir ku ew bi erênî lê dinihêre ku di warê vebûna Tengava Hurmuzê û "bêçekkirina nukleerî" ya Îranê da rêkeftinek pêk were.
Trump bal kişand ku Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (MYE), Qeter û hevdîtinên bi Îranê ra kirin ku ew "êrîşa berfireh" a hatibû plankirin ku dawiya vê hefteyê were kirin bide rawestandin û wiha got, "Ev, piştî Şerê Duyem ê Cihanî dê bibûya êrîşa herî mezin. Lêbelê ji me xwestin ku em vê nekin. Em tika dikin vê yekê nekin gotin; cîranên wan jî heman tişt gotin."
Trump her wiha destnîşan kir ku ew dixwaze rêkeftinekê bike û "jiyana gelek însanî xilas bike".
Trump diyar kir ku di mijara rêkeftina digel Îranê da ew bi erênî lê dinihêre û wiha got, "Nexwestin em vê yekê bikin, bi rastî Erebistana Siûdî nexwest. Wisa difikirin ku der heq vebûna Tengava Hurmuzê û bêçekkirina nukleerî (ya Îranê) da rêkeftinekê di kurtedemekê da pêk were."