Hakan Çopur
17 Hezîran 2026•Rojanekirin: 17 Hezîran 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku di çarçoveya mutebaqata bi Îranê ra Tehran dê nebe xwedî çekê nukleerê û got ku Îsraîlê dijî Libnanê gelek êrîş kirin û "kareke gelekî xirab" derxist.
Trump berî ku ji Lûtkeya G7an a li Fransayê tê lidarxistin veqete civîna çapemeniyê li dar xist û der barê mutebeqata bi Îsraîlê ra nirxandin kirin.
Trump da zanîn ku mutebaqata bi Îranê ra ji bo wan peymaneke baş e û got ku "Peyman di demek kurt da dibe ku sibê yan jî roja din bê îmzekirin."
Trump destnîşan kir ku bi vê mutebaqatê di pêvajoya mizakereyê ya 60 rojî da dê hemû hûrgilî bên guftûgokirin û bên çareserkirin û got ku "Heke di nav 60 rojî da encam neyê hildan em ê dîsa bombebaran (Îranê) bikin. Ez naxwazim vê bikim ji ber ku ev peymaneke gelekî baş e lêbelê dibe ku em mecbûr bimînin."
Trump destnîşan kir ku bingeha peymanê "Ji nû va vekirina Geliyê Hurmuzê" û "pêkanîna ku Îran tu carî nebe xwediyê çekên nukleerê ye" û parast ku di her du mijaran da jî bi ser ketin.
- Trump rexneya Libnanê li Netanyahu kir
Trump ji ber êrîşên dijî Libnanê hikûmeta Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê rexne kir û got ku helwesta wî ya di vê mijarê da rast nabîne.
Trump parast ku Netanyahu "di eslê xwe da mirovekî baş e" û got ku "Lêbelê carna hinekî kelecanî dibe. Di mijara Libnanê da nelihevkirinên me yên biçûk hene. Ez dibêjim ku Bîbî, tu dikarî hinekî din nermtir tevbigerî. Ji ber ku kesekî ji Hîzbulahaê ket avahiyê her carî hewce nake ku tu wî avahiyê xira bikî."
Trump got ku mafê xweparastina Îsraîlê heye û got ku "Îsraîlê dikariya di mijara Hîzbullahê da baştir tevbigere. Dema du wesayîtên asîmanî yên bêmirov li ser çolê hat xistin û bi awayekî bêzirar ket hewce nake ku avahiyên li Beyrûtê xira bikin. Di mijara Libnanê da kareke baş dernaxînin û ez ji bo Libnanê xemgîn im."
Trump bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê û got ku "Ev neheqî ye, bi taybetî dema mirov li Beyrûtê dinêre...Min pêr li dîmena wir nihêrî, êrîşa dijî wir hatiye kirin... Bi ya mon êrîşeke gelekî mezin û ne hewce bû."
- Mizakereyên der barê uranyuma dewlemendkiri dê demildest dest pê bikin
Trumo her wiha got ku hevdîtinên teknîk ên der barê îmhekirina uranyuma dewlemendkirî ya li Îranê bikin.
Trump diyar kir ku trafîka behrê ya li Geliyê Hurmuzê bi qedeme zêde dibe û got ku di nav çend hefteyan da wê vegerê rewşa berê.