Dinya

Serokê Amerîkayê Trump got ku wî û Serokê Dewleta Çînê Şî wan di gelek mijaran da li hev kir

Yasin Yorgancı, Nuri Aydın, Emre Aytekin  | 30.10.2025 - Rojanekırın : 31.10.2025
Serokê Amerîkayê Trump got ku wî û Serokê Dewleta Çînê Şî wan di gelek mijaran da li hev kir

Ankara

 Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku wî û Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng wan di hevdîtina xwe da di gelek mijaran da li hev kir.

Trump piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Dewleta Çînê Şî ya li Koreya Başûr ra di balafirgehê da daxuyanî da rojnamegeran û wiha got, "Di gelek mijaran da em hemfikr in. Bi miqdareke zêde fasulyeya soyayê û berhemên din ên çandiniyê dê hema niha bên kirîn. Ku we bala xwe dabê, Serok Şî duh destûr da ku Çîn dest bi vê bike. Min teqdîr kir ku Çînê dest bi kirîna bi miqdareke zêde ya fasulyeya soyayê û berhemên din ên çandiniyê kir. Ev jesteke pir xweş bû û gelek tiştên mîna vê."

Trump her wiha destnîşan kir ku di mijara kontrola madeyên fentanîl û ewilînê da Çîniyan soza xebata bênavber dan û lewma wî terîfeya pêvek a ji sedî 20an a Amerîkayê ji ber vê yekê bi ser Çînê da sepand, daxist ji sedî 10an.

Trump bal kişand ku hindik maye ew di mijara terîfeyan da bi Çînê ra li hevdu bikin û her wiha got ku mizakere dê heya dawiya salê bidomin û ew hêvî dikin ku rêkeftineke mayînde pêk were.

 - Serokên Çîn û Amerîkayê li Busana bajarê Koreya Başûr hatin bal hev

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng li Busana bajarê Koreya Başûr ji bo hevdîtina dualî civiyan.

Li gorî nûçeya Xînhuayê, Serokê Dewleta Çînê Şî yê ku vê sibê bi rê ket ku here Koreya Başûr li wir bi hemtayê xwe yê Amerîkî Trump ra civiya.

Ji dema ku Serokê Amerîkayê Trump îsal dîsa dest bi wezîfeyê kir û vir va ev yekem hevdîtina rû bi rû ya di navbera her du serokan da ye.

Di destpêka civînê da Şî daxuyand ku Çîn û Amerîka divê bibin dost û hevkar û destnîşan kir ku ev derseke dîrokê ye ku hîn kiriye û pêdiviyeke rastiyê ye.

Şî wiha got: "Pêşvaçûna Çînê, ne dijî vîzyona Amerîkayê ya ku dixwaze 'Amerîkayê dîsa mezin bike' ye."

Şî diyar kir ku carinan di navbera aboriyên herî mezin ên cîhanê da nakokî çêdibin ku ev normal e û got serokên her du welatan divê rêberiyê bikin ku têkilî li ser rêya rast bimeşin.

Şî anî got ew ji bo xebata bi Trump ra ya ji bo avakirina bingeheke zexm a ji bo têkiliyên Çîn-Amerîkayê û afirandina rewşeke guncaw a ji bo pêşkeftina her du welatan amade ne û wiha axivî: "Çîn û Amerîka dikarin bi hev ra ji bo tiştên berbiçav û erênî yên ji bo berjewendiya her du welatan û cîhanê bixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın