Dildar Baykan Atalay
19 Hezîran 2026•Rojanekirin: 19 Hezîran 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê têkiliya welatê xwe ya bi Îsraîlê ra got, "Eger Donald Trump nebûya, wê Îsraîl wêran bibûya."
Serokê Amerîkayê Trump di hevpeyvînekê da ligel portala nûçeyan ya Amerîkî Axîosê, behsa têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra kir.
Trump diyar kir ku eger ji Netanyahu bê pirsîn, ew ê bibêje ku her tişt li cem wan heye, tevî bombe û çekan û wiha dewam kir, "EEger Donald Trump nebûya, wê Îsraîl wêran bibûya."
Trump li ser têkiliya xwe ya bi Netanyahu ra jî got, "Têkiliya me baş e, lê divê em wê di asteke maqûltir da bihêlin."
Dema ku ji Trump hat pirsîn, gelo ew dikare Îsraîlê ji êrîşa li ser Libnanê rawestîne, Trump got, "Erê, ez ê bikim. Ew gelek rêzê li min digirin û ew tiştên ku ez dibêjim dikin."