Ayşe İrem Çakır
04 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya merasima fermî ya ji bo rêberê berê yê Îranê Elî Xameney ku di êrîşa Amerîka û Îsraîlê da hatibû kuştin diyar kir ku "hefteyek" dem dane rêveberiya Tehranê û got ku Îran "pir dixwaze" bigihêje rêkeftinekê.
Trump di çarçoveya axaftineke xwe ya li eyaleta South Dakotayê da ku ji bo 250emîn salvegera serxwebûna welêt hat lidarxistin, derbarê Îranê da daxuyanî da.
Trump bi dubarekirina gotinên ku "Îranê belawela kirine", îdia kir ku Îran "pir dixwaze" bigihêje rêkeftinekê.
Trump got ku, "(Îran) Me ji ber merasima cenazeyê ji bo hefteyekê wext daye."