Li Washîngtona paytextê Amerîkayê, alîgirên Filistînê li nêzîkî Qesra Spî kom bûn û serdana Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ya welêt protesto kirin.
Xwepêşanderên ku piştgiriya Filistînê dikin li Washîngtonê li nêzîkî Qesra Spî kom bûn.
Xwepêşandêran bertek nîşanî serdana Netanyahuyê ku ji bo hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra hatiye welêt, dan.
Xwepêşandêran alayên Filistînê û pankartên ku piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê rexne dikin hilgirtin.
Li ser pankartan nivîsên ku "Makîneya şer a Amerîka/Îsraîlê rawestînin", "Kontrola Îsraîlê ya li ser Washîngtonê eşkere bikin" û "Mafên mirovan ên Filistîniyan jî girîng in" hatine nivîsîn, balê kişandin.
Ji ber sedemên ewlehiyê dema firîna balafira Netanyahu nehatibû eşkerekirin.
Netanyahuyê ku duh ji Baregeha Hewayî ya Eskerî ya Nevatîmê ya li bajarê Birûssebiyê ya li başûrê Îsraîlê bi rê ketibû ku here Washîngtonê wê îro bi Trump ra hevdîtinê bike.