Muhammed Karabacak
27 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2026
Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera diyar kir ku Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê par di mijara rakirina mueyîdeyên dijî Sûriyeyê da navbeynkarî kirin û Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî di nezdê DYAyê da ji bo vê mijarê ket dewrê.
Serokomarê Sûriyeyê Şera hevpeyvîn da têlevîzyona Al Jazeera ya navend Qeter û biwarê gelek mijarên wekî pêvajoya rakirina mueyîdeyan, veberhênan û dosyeya rêxistina terorê YPGyê nirxandin kirin.
Şera bal kişand ku di pêvajoya rakirina mueyîdeyên dijî Sûriyeyê da Serokê DYAyê Donald Trump roleke giring lîst û her wisa Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê jî di vê mijarê da navbeynkarî kirin.
Şera destnîşan kir ku beşeke mezin a mueyîdeyan ji ber sûcên rejima têkçûyî ya Beşar Esed hatin cîbicîkirin û wiha got, "Ew yek maqûl nebû ku gelê Sûriyeyê yê ji rejima kevn rizgar bû, rûbirûyî heman mueyîdeyan bibe."
Şera her wiha bal kişand ku ew yek jî gelek giring e ku ji xeynî Qanûna Sezar, lîsteya "dewletên piştgiriyê didin terorê" ku Sûriye ji sala 1979an û vir va tê da ye, bê rakirin. Şera diyar kir ku rêveberiya Trump ji bo vê yekê gavan diavêje.
Şera destnîşan kir ku Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê par di mijara rakirina mueyîdeyên dijî Sûriyeyê da navbeynkarî kirin û Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî di nezdê DYAyê da ji bo vê mijarê ket dewrê.
- "Kurd û HSD mijarên cuda ne"
Şera bal kişand ku civaka Kurdî ya li Sûriyeyê unsûrekî eslî yê welêt e û mafên hemwelatiyê yên ku Kurd di serdema rejima berê da jê mehrûm mabûn, hatin îadekirin.
Şera da bibîrxistin ku mafên çandî hatin naskirin û Newroz wekî cejneke fermî hat ragihandin û wiha got, "Kurd û HSD mijarên cuda ne."
Şera diyar kir ku di cîbicîkirina peymanan da yên bi rêxistina terorê YPGyê ra hatin îmzekirin, carinan pirsgirêk derdikevin û wiha dewam kir, "Rêkeftina dawîn xwedan zemîneke qewîntir e û pêvajoya cîbicîkirinê didome. Divê mirov ji her cure vebijêrkê dûr bisekine ku dê Sûriyeyiyan kaşî nav şer û pevçûnê bike. Her çareseriyek bi qîmet e ku rê li şer û pevçûnê digire."