Dinya

Semedovê Azerbeycanî li mala xwe yê ku li Genceyê xira bibû li piyanoya xwe xist

Elif Irmak  | 20.10.2020 - Rojanekırın : 21.10.2020
Semedovê Azerbeycanî li mala xwe yê ku li Genceyê xira bibû li piyanoya xwe xist

Ganca

 Ebas Semedovê ku di êrîşa ku Ermenistanê bi fuzeya balîstik bir ser Genceya bajarê Azerbeycanê da mala wî xira bû li piyanoya xwe ya ku ji êrîşê paşvs ma xist û got ku "Ez wisa bawer dikim ku dema piyanoyê lê dixim dê dahatûya me xweşiktir bibe."

Semedov daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di êrîşê da mala wî xira bû û bedena wî û kurê wî ruçikî û bi sivikî birîndar bûn û got ku "Şikir ji Xwedê ra rewşa me baş e."

Semedov li piyanoya xwe ya li goşeyeke li mala xwe ya xira bûyî xist û got ku "Çendî sal e ku ez li piyanoyê dixim. Ez wisa bawer dikim ku dema li piyaniyo dixim dê xeberên xweş bigihêjin me."

Semedovê hewl dide ku şoqa êrîşê ji ser xwe biavêje got ku ji bo ku morala xwe baş bigire li piyanoyê dixe.

Ermenistanê di 17ê cotmehê da bi fuzeya balîstîk ji nû va êrîşî Genceyê kiribû û 13 sivîl mirbûn, ji 50yî zêdetir sivîl jî bi birîndarî ji bin enqazê hatibûn derxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın