Dinya

Sedr li Iraqê bangawaziya "domandina çalakiyê û hilbijartina pêşwext" kir

Haydar Karaalp   | 04.08.2022
Sedr li Iraqê bangawaziya "domandina çalakiyê û hilbijartina pêşwext" kir

Baghdad

 Muqteda Sedrê serekê Tevgera Sedrê ya li Iraqê xwest ku bila parlemento dev ji kar berde û hilbijartina pêşwext bê kirin.

Sedr ji ser têlevizyonê axivî û bangî alîgirên xwe kir ku heta daxwazên wan bi tên bila li Herêma Kesk çalakiya xwe ya rûniştinê bidomînin.

Bi vê bangewaziyê Sedr deriyê lihevkirin û gotubêjê ya ji bo rikaberên xwe yên siyasî yên Şiî ku nêzî Îranê ne girt û xwest bila hilbijartina pêşwext bê kirin.

Sedr îdia kir ku ji Serokwezîrên berê yên Iraqê Nûrî Malikî dixwaze wî bikuje û wiha domand: "Heke hun dixwazin dawî li gendeliyan bê, ji hebûna min îstifade bikin. Ey gelê Iraqê heke hun guherînê dixwazin ez li benda we sekinî me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın