Dinya

Sala 2yem a kuştina Enes Diyabê "dengê Îdlibê"

Ahmet Karaahmet, Mehmet Burak Karacaoğlu   | 21.07.2021
Sala 2yem a kuştina Enes Diyabê "dengê Îdlibê"

İdlib

Li Sûriyeyê ji ser kuştina Enes Diyab a bi êrîşa asîmanî ya Rûsyayê ra 2 sal derbas bû ku xebatên çapemeniyê yên Parastina Sivîlan dimeşandin û ji bo Ajansa Anadoluyê (AA) jî nûçegihaniya serbest dikir û her wiha bi vî awayî dengê Îdlibê digihand dinyayê.

Berpirsê Çapemeniyê yê Parastina Sivîlan (Kumspî) Mistefa Hec Yûsif ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, Enes hewl dida êrîşên dijî sivîlan bi belgeyan va nîşanî dinyayê bide.

Hec Yûsif bal kişand ku Enes karê xwe baş dikir û wiha got, "Kuştina Enes ji bo gelê Sûriyeyê ziyaneke mezin e. Di sala 2yem a kuştina Enes Diyab da em wêne, hewldan û xîreta wî tînin bîra xwe."

- Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da 4 xebatkarên AAyê hatin kuştin

Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê ra 4 xebatkarên medyayê yên ku xizmeta zanyarî û dîmenan pêşkêşî AAyê dikirin, di êrîşên aliyên cuda da hatin kuştin.

Peyamnêrê AAyê yê li Helebê Salih Mehmûd Leyla sala 2015an di êrîşa DEAŞê ya bi wesayîta bombebarkirî da hat kuştin.

Li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê, Wesîm el Adilê nûçegihanê serbest ê ku xizmeta wêneyan pêşkêşî AAyê dikir, di 23yê Îlona 2015an da di êrîşa balafirên şer ên Rûs a dijî bajarokê Bînînê da perçeyên şarapnelan lê ketin û jiyana xwe ji dest da.

Mecîd Dîraniyê 21 salî yê nûçegihanê serbest ê AAyê 19ê Sibata 2016an li navçeya Dareyayê ya paytext Şamê dema xwest dîmena êrîşa hêzên Esed bikişîne, perçeyên şarapnela guleyeke tankê lê ketin û jiyana xwe ji dest da.

Enes Diyabê ku xebatên çapemeniyê yên Parastina Sivîlan dimeşandin û ji bo Ajansa Anadoluyê jî nûçegihaniya serbest dikir û her wiha bi vî awayî dengê Îdlibê digihand dinyayê, 21ê Tîrmeha 2019an di êrîşa Rûsyayê ya dijî navçeya Xan Şeyxûnê da jiyana xwe ji dest dabû.

​​​​​​​


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın