Dinya

Sûriyeyiyên ku di çadiran da dijîn zivistanê zehmetiyeke pir mezin dikişînin

Mehmet Burak Karacaoğlu, Ahmet Karaahmet   | 20.01.2022
Sûriyeyiyên ku di çadiran da dijîn zivistanê zehmetiyeke pir mezin dikişînin

İdlib

Li bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê barana ku bariye, jiyana bi hezaran sivîlên ku di çadiran da dijîn, dixe tengasiyê.

Li ser sînorê Tirkiyeyê li aliyê binxetê, sivîlên ku bi zorê ji cî û warên wan kirin, li Îdlibê xwe spartin kampên çadiran û piştî barana gur jî kamp di nav avê da man.

Ji ber ku avê da binê çadiran gelek eşyayên wan êdî nema tên xebitandin û piraniya wan jin û zarok bi sedan malbatan şeva xwe di binê baranê an jî li kampên din cem eqrebayên xwe derbas kir.

Midûrê Kordînatoriyê yê Midaxaleya Acil a Sûriyeyê Mihemed Hellaj ku li Sûriyeyê xebatên daneyan dimeşîne, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, barana ku li devera çiyayî ya Îdlib û Helebê barî, di 79 kampên çadirê da bi hezaran sivîl kir tengasiyê.

Hellaj daxuyand, li bakurê welêt jî berf barî û gelek çadir di binê berfê da man û hişyarî da ku "li herêmê talûketa qefilînê heye".

Elî Seîdê ku di çadirê da dijî 3 sal berê ji ber êrîşên rejima Beşşar Esed, ji Şahişboya gundê xwe yê li devera çiyayî ya Hamayê bi zorê ji cî û warê xwe bûye. Seîd diyar kir ku ji ber barana gur avê da binê çadira wan.

Seîdê ku xwe spart kampa Şahişboyê ya li Îdlibê wiha got, "Avê da binê çadirên 175 malbatan. Li kampa me tu xizmet tuneye. Me şeva xwe bi zor zehmet derbas kir. Ekîbên Parastina Sivîlan heta sibê av texliye kir."

Seîd diyar kir, li kampa ku ew tê da dijîn, binesazî tuneye û wiha dewam kir, "Gelek malbatan xwe spart cem eqrebayên xwe yên ku di kampên din da dijîn. Çadir û cilên baranê di serî da pêdiviya malbatên kampê bi her cure alîkariyê heye."

- Rewşa li Îdlibê

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.

Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiya herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.

Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın