Saber Ghanem Ibrahım Eıd, Esat Fırat
09 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2026
Sûriyeyê ragihand ku ew bi kêfxweşî pêşwaziyê li biryara DYAyê ya derxistina wî welatî ji lîsteya "welatên piştgiriyê didin terorê" dikin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Sûriyeyê da gava navborî wekî "geşedaneke giring e di rêveçûna peywendiyên herdu welatan ên di çarçoveya diyalog û rêzgirtina dualî da" hat destnîşankirin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku ew pê kêfxweş bûn ku piştî hevdîtina Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera û Serokê DYAyê Donald Trump a di çarçoveya Lutkeya NATOyê ya li Enqereyê da, Washingtonê pêvajoya "derxistina Sûriyeyê ji lîsteya welatên piştgiriyê didin terorê" ku ji sala 1979an û vir va di rewacê da ye, da destpêkirin.