Dinya

Rûsyayê êrîşî îstasyona avê ya li Îdlibê kir, 300 hezar kes bê av hîşt

Ahmet Karaahmet, Mehmet Burak Karacaoğlu  | 05.01.2022 - Rojanekırın : 06.01.2022
Rûsyayê êrîşî îstasyona avê ya li Îdlibê kir, 300 hezar kes bê av hîşt

İdlib

 Hat ragihandin ku teyareya şer a Rûsyayê êrîşî îstasyona avê ya li rojavayê Îdlibê kir, 300 hezar kes bê av hîşt.

Li gor mala çavdêriya teyareyan a mixalifan, teyareya Su-4 a şer ya Rûsyayê di 2yê rêbendanê da bombe avêt ser navenda belavkirina avê ya Arşaniyê ya li nêzî navenda bajêr û tesîs xirab kir.

Cemel Diybenê Midûrê Karên Avê yê Îdlibê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ava 300 hezar kesî ji vê îstasyonê dihat şandin.

Diyben got, "Rûsyayê êrîşî çavkaniya hewcedariya sivîlan a sereke kir, sivîl bê av hîştin."

- "Dinyayê li kirinên Rûsyayê yên li Sûriyeyê mêze dike"

Îbrahîm Zerê ji sivîlên Îdlibê diyar kir ku Rûsyayê êrîşên dijî tesîsên binesaziyê zêde kir.

Zer got êrîşa Rûsyayê ya dijî tesîsa avê xeternak e û wiha pê da çû: "Li Îdlibê 300-400 hezar kes bê av man. Gel nikare tiştekî bikire, gumana wan naçê. Her ku diçe têkoşîna jiyanê ya sivîlan li ser pişta wan giran dibe."

Zer wiha axivî: "Teyareyan berê çi derketa pêşiyê êrîş dikirin. Niha bi pergal êrîşî binesaziyê dikin. Dinya li kirinên Rûsyayê yên li Sûriyeyê mêze dike."

Mihemed Xalidê li Îdlibê dijî jî bal kişand ku tesîsa bombe di ser da ket hewcedariya bi avê ya sivîlên li Îdlibê didît û wiha axivî: "Her tişt bi bihayê giran tê firotin. Di vê tunebûnê da kirîna avê jî bar giran dike. Kirîna avê jî ew ê biba bar."

Mistefa Mahyê ji ber êrîşan ji Xuteya Rojhilat koçî Îdlibê kiribû jî destnîşan kir ku temînkirina avê gelekî zor e, piştî êrîşê av nema, taqeta gel nagihêjê ku bi pereyan avê bikire.

Mahy diyar kir ku li Îdlibê îmkana xebatê jî tune û wiha pê da çû: "Em nizanin çi bikin. Meriv li ber her tiştî teyax dide lêbelê bêavbûn nabe. Heke av tunebe tiştek nayê kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın