Dinya

Rûsya û Çînê alîkariyên navneteweyî yên bo Sûriyeyê veto kirin

Rûsya û Çînê nûkirina mekanîzmaya ku îmkan dide alîkariyên NYê li Sûriyeyê bigihije 3 milyon kesî, veto kir.

Ahmet Aydın  | 08.07.2020 - Rojanekırın : 08.07.2020
Rûsya û Çînê alîkariyên navneteweyî yên bo Sûriyeyê veto kirin

New York

Rûsya û Çînê nûkirina mekanîzmaya ku îmkan dide alîkariyên NYê li Sûriyeyê bigihije 3 milyon kesî, veto kir.

Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo nûkirina mekanîzmaya ku îmkan dide alîkariyên navnetweyî bigihijin Sûriyeyê dengdan kir.

Mekanîzmaya ku ji sala ku ji sala 2014an de berdewam e û dê 10ê temûzê mîada wê ya wezîfeyê biqede, ji bo nûkirinê ji aliyê Almanya û Belcîkayê ve ji konseyê re hat pêşkêşkirin û Rûsya û Çînê nûkirin veto kir.

Alîkariyên navneteweyî yên bo Sûriyeyê bi pê biryara KENYê tenê ji deriyên sînorî yên li Tirkiyeyê ve, ji Deriyê Sînorî yê Babusseleme yê li hember Oncupinarê û Deriyê Sînorî yê Babulhewaya li hember Cîlvegoziyê ve tên kirin.

Piştî vetoya Rûsya û Çînê herdu deriyên sînorî, 10ê temûzê bi xelasbûna mîada mekanîzmayê dê ji konvoyên alîkariyê re bên girtin.

Ji bo alîkariyên deresînorî bo Sûriyeyê birayara KENYê lazim e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın