Dinya

Rûhanî: "Em ê 300 milyon dolarê ku dê ji zema benzînê were li koma binî ya dahatê belav bikin"

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku ew ê tevahiya 300 milyon dolarê ku dê ji zema benzînê were li koma binî ya dahatê belav bikin.

Önder Beyter  | 03.12.2019 - Rojanekırın : 04.12.2019
Rûhanî: "Em ê 300 milyon dolarê ku dê ji zema benzînê were li koma binî ya dahatê belav bikin"

Tahran

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku ew ê tevahiya 300 milyon dolarê ku dê ji zema benzînê were li koma binî ya dahatê belav bikin.

Rûhanî di axaftina xwe ya li bernameya ku bi minasebeta 3yê Rêbendanê Roja Astengdaran a Cihanê li paytextê Îranê Tehranê hat lidarxistin da, ji sedî 300 zema benzînê ku bû sedema protestoyan û mizakereyên digel Amerîkayê nirxandin.

Rûhanî diyar kir, ji ber ku ji ber sedema zêdebûna pir a di xerîdariyê da wan nexwest îtxalatê bikin, wan bihayên benzînê verast kir û wiha got, "Heger xerckirina benzînê bi vî rengî dewam bikira, em ê mecbûr bibûna ku sala 2021ê careke din benzînê îtxal bikin. Ji bo ku em xwe bi xwe têra xwe bikin û xerckirina benzînê têxin ber kontrolê, me plana verastkirina qota û biha sepand."

Rûhanî bal kişand ku zem ne ji bo hikûmetê hat kirin û wiha got, "Em ê tevahiya 300 milyon dolarê ku dê ji zema benzînê were li koma binî ya dahatê belav bikin."

Rûhanî di mijara ambargoya Amerîkayê û mizakereyan da jî diyar kir ku rêveberiya Washingtonê ji bo hevdîtinê timî peyama taybet dişîne û wiha got, "Peyam û telebên ku ji bo mizakereyê dişînin, berevajiyê daxuyaniyên wan ên ji bo raya giştî ne. Ewropayiyên ku dibin navbeynkar jî vê yekê dizanin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.