Dinya

Rojnamevanên Bê Sînor ji bo edîtorê berê yê AAyê yê Misrê Tewfîq Xenîm banga serbestberdanê kirin

Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) ji bo edîtorê berê yê Ajansa Anadoluyê (AA) yê Misrê Tewfîq Xenîmê ku ev 2 meh girtî ye, bangawaziya midaxeleyê li Neteweyên Yekbûyî kir.

Alaattin Doğru   | 22.07.2021
Rojnamevanên Bê Sînor ji bo edîtorê berê yê AAyê yê Misrê Tewfîq Xenîm banga serbestberdanê kirin

Ile-de-France

Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) ji bo edîtorê berê yê Ajansa Anadoluyê (AA) yê Misrê Tewfîq Xenîmê ku ev 2 meh girtî ye, bangawaziya midaxeleyê li Neteweyên Yekbûyî kir.

Di daxuyaniya RSFê de hat bibîr xistin ku Xenîmê rojnamevanê Misrî yê malnişîn, şeva ku 20ê gulanê bi 21ê wê ve girê dide ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat girtin, heta 26ê gulanê ku derket hemberî dozger kesî nizanîbû li kuderê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku beriya darizandina Xenîm rewşa wî ya girtî her ji 15 rojan carekê dihat nûkirin.

Herwiha hat destnîşankirin ku RSFê ji bo serbestberdana Xenîm ji raportêrên Azadiya Îfadeyê, Êşkence, Serbixweyiya Dadyar û Parêzeran û Koma Xebatê ya Girtinên Kêfî ya NYê name şandine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nameyê de bangawazî li organên NYê kirine ji bo li dijî rayedarên Misrî hemî tedbîran bistînin ku Xenîm demildest û bê merc serbest bê berdan.

Hêzên ewlekariyê li Misrê bêyî biryara girtin û lêgerînê li Qahîreyê girtine ser mala Xenîm û 21ê gulanê ew binçav kirine.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın