Dinya

Rewşa jinên ser sînorê Belarûs û Polonyayê agir bi kezeba meriv dixe

Ali Cura, Fakhradin Ibrahim Mohammad   | 25.11.2021
Rewşa jinên ser sînorê Belarûs û Polonyayê agir bi kezeba meriv dixe

Hrodzyenskaya Voblasts

 Rewşa jinên ku li ser sînorê Belarûs û Polonyayê ne û dixwazin koçî Ewropayê bikin, agir bi kezeba meriv dixe.

Li Belarûsê ser sînorê Bruzgiyê yê bajarê Grodnoyê gelek jin û zarok jî di nav da nêzî 2 hezar kes di navenda lojîstîkê da hatine bicihkirin û koçber bendewar in ku derbasî Yekîtiya Ewropayê (YE) bibin.

Li gor rayedarên Belarûsê, di nav koçberan da nêzî 500 zarokî hene û herî zêde jin tengasiyê dikişînin û dilê merivan bi wan dişewite.

Li ser herêma sînor ev tengasî dewam dikin û ji bo merivên vê derê rêxistinên navneteweyî heta niha piştgiriyeke pak nekiriye.

Piraniya alîkariyan bi destê rêvebî, artêş û gelê Belarûsê tê belakirin.

Li gor rayedarên Belarûsî 700 hezar ewroyê ku YEyê seba koçberan terxan kiriye jî heta niha nehatiye şandin.

- Jinên koçber qala derdên xwe kirin

Nûçegihanê AAyê ji jinên ku piraniya wan ji Iraqê hatine, serboriyên wan pirsî.

Geşaw Rostema Silêmanî diyar kir ku ew bi mêrê xwe û 3 zarokên xwe va hat ber sînorê Belarûs û Polonyayê.

Rostemê daxuyand ku rewşa wan ne baş e û cihê ku ew lê dimînin hinekî sar e, lê ji şertên daristanê çêtir e.

Rostemê got ku xwarin û vexwarin têra wan nake û zarokên wan têr naxwin û xwest ku YE alîkariya wan bike.

Rostemê wiha xeberda, "Ez dixwazin ji vê derê herim. Li cem min zarokê hene. 20 roj in me serê xwe neşûştiye. Li cem me kinc jî zêde tunene. Di pişta zarokê min da birîn hene. Ser sînor bi zarokan ra şer kiribû."

- "Li qada sînor zarok xwedîkirin zehmet e"

Aysan Nurî ya ji Kerkûkê diyar kir ku li Iraqê rewşa wan nebaş bû û tevlî mêrê xwe û yek jê qîz 2 zarokên xwe hatin û wiha domand: "Li Iraqê hikûmet baş nîne û li welatiyan baş mêze nake. Heyat zor û zehmet e. Zarokên min nikarin li dibistanê bixwînin lewra dibistana wan baş nîne. Ez ne ji bo xwe bo zarokên xwe hatim."

Nuriyê ragihand ku piştî zewicî 11 sal bi şûn va zarokên wan çêbûn û wiha domand: "Ez li vê derê nikarim li zarokan mêze bikim û baş xwedî bikim. Xwarin tuneye, nikarim serê wan bişom em hemû qilêrî bûne. Li qada em lê dimînin zarok bişev dixeniqin sare. Ez wan li ser cil û bergan dikim xewê. Av dîtin zehmete ava germ ji xwe tuneye û nan jî têr nake. Ji bo ber bi Ewropayê çûyînê va hêjî hêviya min heye. Ez venegerim Iraqê kê der dibe bila be ezê herim."

Simeyye Rizgar a ji Hewlêrê hatibû jî diyar kir ku tevlî sebiyek û mêrê xwe ew sekna xwe didomînin û wiha pê da çû: "Rewşa li Iraqê baş nîne. Li wê derê heyat tuneye. Em dixwazin biçin Ewropayê. Ez nikarim zarokên xwe têr xwedî bikim. Evder gelek zehmete bo me min êdî dev ji xwe berdaye û bo sebiyê xwe difikirim. Evder gelek qelebalixe. Cil tune, paqijî tuneye û em dixwazin derbasî Almanyayê bibin."

- "Em nikarin potên zarokan bişon"

Ziryan a ji Iraqê hatiye jî got ku bi mrê xwe û 2 zarokên xwe ra bi hêviya biçin Ewropayê derketin rê û wiha dewam kir: "Ez di vî sir û seqemê da ewladê xwe li derva dişom lê cilê wan naşom. Heke zarok birçî bin jî heta xwarin neyê wisa dimînin. Rojê carek nan û av tê û eywan pir mezine û gelek zarok hene. Zarok nexweşin û nikarin bikevin xewê û em jî nikarin bikevin xewê. Ev jiyaneke bi zor û zehmete lê em mecbur in."

- "Tevlî sebiya xwe yê falincî ji bo derbasî Ewropayê bibe sekna xwe didomîne"

Dilniya ji Silêmaniyeyê ku tevlî qîza xwe ya falincî, mêrê xwe û kurê xwe hatine ser sînor got ku ew dixwazin derbasî Ewropayê bibin.

Di axaftina xwe da Dilniya destnîşan kir ku li Silêmaniyeyê jiyan zehmete û bo zarokên xwe tu pêşerojek nedîtin û ji ber vê jî derketin rê û berê xwe dan Ewropayê û wiha pê da çû: "Ez ne ji bo mêrê xwe û ne jî bo hin kesên din bi tenê ji bo herdu ewladên xwe vê zehmetiyê dikişînim. Ez dixwazim bila pêşerojeke baş bo wan hebe. Qîza min falinciye û evder jê ra baş nîne bi zorê ez wê dibim ser avê."

Ji 8ê mijdarê vir da li sînorê Belarûs-Polonyayê koçberên ji Iraq û Sûriyeyê hewl didin derbasî Ewropayê bibin, koçberan li daristanê kamp ava kiribûn û li ber sînor disekinîn.

Ji wan kesan hinekan kampên li sînor vala kiribûn û derbasî kampa ku hikûmeta Belarûsê amade kiribû bibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın