Dinya

Rejima Esed îdia kir ku Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser Helebê

Eşref Musa, Ethem Emre Özcan   | 20.07.2021
Rejima Esed îdia kir ku Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser Helebê

Tel Abyad

 Rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê îdia kir ku ji hêla Îsraîlê li dijî herêma Sîfîreyê ya li gundewarên başûrê Helebê êrîşa asîmanî hat kirin.

Ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê di nûçeya xwe ya ku sipart çavkaniyên eskerî da îdia kir, Îsraîlê bi dema herêmê saet 23.37an êrîşî hin ciyên li navçeya Sîfîreyê ya li başûrê Helebê kir.

Di nûçeyê da wiha hat gotin, "Pergalên me yên parastina asîmanî berevaniya fuzeyên dijmin kirin."

Li Sîfîreya di kontrola rejima Esed da Navenda Lêkolînan ku ji bo armancên eskerî tê emilandin û her wiha Fabrîqeya Pîşesaziya Parastinê hene.

Li Helebê digel artêşa rejimê, ciyên eskerî yên komên terorîstên biyanî yên di emrê Pasdarên Şoreşa Îranê da jî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın