Dinya

Rê li ber terorîstên YPG/PKKyî hat girtin ku ew derbasî eniyên ANSyê bibin

Ömer Koparan   | 17.10.2021
Rê li ber terorîstên YPG/PKKyî hat girtin ku ew derbasî eniyên ANSyê bibin

Halab

Rê li ber YPG/PKKya rêxistina terorê ya li navçeya Til Rifatê hebûna xwe diparêze hat girtin ku ew li bakurê Sûriyeyê derbasî eniyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) bibe.

Terorîstên YPG/PKKyî şev hewl dan ku derbasî eniya li herêma Kefer Kaşirê ya başûrê Ezezê bibin.

Li gor çavkaniyên herêmî eskerên ANSyê bi çekên giran va êrîş kirin û nehîştin ku ew derbas bibin.

Hat ragihandin gelek terorîst hatin kuştin û ew mecbûr man ku vekişin.

Li gor peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê ya 22yê cotmeha 2019an da hatibû kirin divê terorîstên YPG/PKKyî Til Rifatê vala bikin. Lê ew ji navçeyên Efrîn, Mare û Ezezê êrîşan dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın