Dinya

Rûsyayê li Sûriyeyê çav berda qadên neftê yên di kontrola Amerîkayê da

Artêşa Ûris hewil da ku li rojhilatê bakurê Sûriyeyê li nêzîkî qada neftê ku baregeha Amerîkayê lê heye, bi cih bibe. YPG/PKKyê nehişt konvoya eskerî ya Rûs ku tê nirxandin ji bo avakirina baregehê diçû, biçe deverê

16.01.2020
Rûsyayê li Sûriyeyê çav berda qadên neftê yên di kontrola Amerîkayê da

Haseke

 Rûsyayê hewil da ku li rojhilatê Çemê Feratê li nêzîkî qada ku artêşa Amerîkayê baregeh lê ava kiriye, hêza eskerî bi cih bike. Lêbelê rêxistina terorê YPG/PKKyê rê li vê teşebusê birî.

Qayişkêşana Amerîka û Rûsyayê ku du aktorên sereke yên şerê navxweyî yê Sûriyeyê ne, ber bi qadên neftê yên dewlemend dişiqite.

Rûsya li hin baregeh û xalên eskerî yên ku di Herekata Kaniya Aştiyê da ji Amerîkayê xalî bûn, bi cih bû. Rûsyayê vê carê jî hewil da ku li rojhilatê bakurê welêt li parêzgeha Hesekê li qadên neftê baregehê ava bike.

Li gorî agahiya ku AAyê ji çavkaniyên ewle yên qadê wergirt, artêşa Rûs duh êvarê ji bo ku li nêzîkî qada neftê Rimêlanê ku baregeha asîmanî ya Amerîkayê lê ye, xaleke eskerî ava bike, konvoyek şand.

Konvoya eskerî ya Rûs ku ji qedera 60 wesayîtan pêk tê, ji baregeha Til Temirê bi rê ket.

Lêbelê rêxistina terorê YPG/PKK ku Amerîka piştê dike, li navenda navçeya Qamişloyê rê li konvoya Rûs birî û nehişt biçe herêmê.

Li ser vê yekê konvoyê rêya xwe guhert û şûna bajarokê Rimêlanê, berê xwe da balafirgeha Qamişloyê ku di kontrola rejima Esed da ye.

- Hebûna Amerîkayê li qadên neftê

Amerîkayê gava Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kiribû, baregehên xwe yên li herêma herekatê vala kiribûn, giraniya xwe dabû ciyên ku qadên neftê lê hene.

Hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê li parêzgehên Heseke, Reqa û Dêrazorê li herêmên di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da bi tevahî li 11 baregeh û xalên eskerî hebûna xwe didomînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kiribû ku wan, bîrên neftên yên li rojhilatê Sûriyeyê hildane bin parastinê û herwiha qederek eskerên Amerîkayê jî dê li vê derê bimînin.

- Peywendiyên YPG/PKKyê digel Rûsyayê

Herçiqas piştevanê herî qewîn ê YPG/PKKyê, Amerîka be jî navbera wê bi Rûsyayê ra jî baş e. Rêxistinê gava 2016an da ji Efrînê ber bi Minbicê pêşrewî kiribû, bi alîkariya asîmanî ya Rûsyayê, Til Rifet dagîr kiribû.

Rûsyayê hêzên xwe yên li Efrînê ku ji bo piştgiriya rêxistinê bike li wê derê bûn, berî destpêkirina Herekata Çiqlê Zeytûnê veşikandibûn. Lêbelê li Til Rifetê niha jî mensûbên rêxistinê û polêsê eskerî yê Rûs bi hev ra hebûna xwe didomînin.

Rûsya ji aliyekî va jî ji bo ku rejima Esed û rêxistin li hev werin, navbeynkariyê dike. Piştî Herekata Kaniya Aştiyê, Rûsyayê soz dabû Enqereyê ku ew ê rêxistinê ji sînorê Tirkiyeyê dûr bixe. Lêbelê hê jî ev soza xwe neaniye cih.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın