Tolga Akbaba
18 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2026
Rêberê Îranê Mucteba Xameneyî, derbarê binpêkirina deqa Mitabeqetê ya di navbera Îran û DYAyê da got, "Şeytanê mezin (DYA) mitabeqet binpê kir û Serokê DYAyê careke din ji her kesî ra îspat kir ka îmzaya wî çiqasî bê qîmet û nederbasdar e."
Ji ser hesabên fermî yên medyaya civakî yên Rêberê Bilind Xameneyî, derbarê peymana ku bi DYAyê ra hatiye îmzakirin, peyamek hat parvekirin.
Di peyama Xameneyî da wiha hat gotin: "Binpêkirina dubare ya peymanê ji aliyê Şeytanê Mezin va careke din ji her kesî re îspat kir ku îmzeya Serokê DYAyê çiqas bêqîmet û nederbasdar e. Zulm û wehşet beşên neqetandî yên zîhniyeta DYAyê ne."
Xameneyî her wiha got ku gelê Îranê dê baweriya xwe bi serokên şaxên yasadanîn, rêveberî û dadweriyê bîne û dê li ser erdê bimîne da ku berjewendiyên neteweyî biparêze, û tekez kir ku giringiya parastina yekîtî û hevgirtinê li welêt heye.
Xameneyî diyar kir ku divê DYA bizanibe ku eger ew "şerxwaziya xwe" berdewam bike, Îran û eniya berxwedanê dê derseke nayê jibîrkirin bidinê, û kiryarên dawî yên Hêzên Çekdar ên Îranê wekî mînak nîşan da.