Dinya

"Qetlîama Srebrenîtsayê di dîrokê da wê tu wextî neyê jibîrkirin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Qetlîama Srebrenîtsayê ku li ber çavên Ewropayê qewimî û 8 hezar û 372 kesên mesûm hatin kuştin di dîrokê da wê tu wextî neyê jibîrkirin."

11.07.2019
"Qetlîama Srebrenîtsayê di dîrokê da wê tu wextî neyê jibîrkirin"

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê qetlîama Srebrenîtsayê da wiha got: "Qetlîama Srebrenîtsayê ku li ber çavên Ewropayê qewimî û 8 hezar û 372 kesên mesûm hatin kuştin di dîrokê da wê tu wextî neyê jibîrkirin."

Erdogan di salvegera 24emîn ya qetlîamê da ku 1995an li Srebrenîtsaya li rojhilatê Bosna Hersekê qewimî li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek kir.

Serokomar Erdogan di parvekirina xwe da wiha got: "Qetlîama Srebrenîtsayê ku li ber çavên Ewropayê qewimî û 8 hezar û 372 kesên mesûm hatin kuştin di dîrokê da wê tu wextî neyê jibîrkirin. Di salvegera 24emîn ya qetlîama Srebrenîtsayê da Xwedê rehma xwe li xwîşk û birayên min yên ji Bosnayê bike ku şehîd ketin û serê xelkê Bosnayê sax be." 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.