Dinya, Koronavîrus

Qeterê 2 nexweşxaneyên sahrayê ji Îtalyayê ra şand

Qeter ji bo ku piştgiriyê bide têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya Îtalyayê 2 nexweşxaneyên sahrayê ji Îtalyayê ra şand.

Türkan Tosun   | 08.04.2020
Qeterê 2 nexweşxaneyên sahrayê ji Îtalyayê ra şand

Ad Dawhah

Qeter ji bo ku piştgiriyê bide têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya Îtalyayê 2 nexweşxaneyên sahrayê ji Îtalyayê ra şand.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Qeterê QNAyê Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî telîmat da ku alîkariya tibî ji Îtalyayê ra bê şandin.

Alîkariya Qeterê ya ku ji 2 nexweşxaneyên sahrayê pêk tê bi du balafirên eskerî yên Rêhewaya Qeterê va wê îro bigîhije Îtalyayê.

Nexweşxaneyek wê li ser qadeke 5 hezar û 200 mêtroqereyî, ya din jî wê li ser qadeke 4 hezar mêtroqereyî bê avakirin.

Di her yek van nexweşxaneyan da wê hezar cih û nivîn, cîhazên teknîk ên nûjen yên ji bo tedawiya Kovîd-19yê hebin.

Hat ragihandin roja pêncşemê jî wê bi du balafirên eskerî va dîsa alavên tibî bişînin Îtalyayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın