Mücahit Oktay
17 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2026
Qesra Spî piştî daxuyaniya dawîn a Alîkarê Serok JD Vance ya derbarê Îsraîlê, diyar kir ku Serokê DYAyê Donald Trump di warê ku "welatên biyanî hewl didin bandorê li ser raya giştî ya DYAyê bikin" hevra ye.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt di civîna xwe ya rojane ya çapemeniyê da bersiva pirsên rojnamevanan ên li ser Rojhilata Navîn û polîtîkayên DYAyê.
Dema ku daxuyaniya Vance ya ku kesên ji hêla Îsraîlê va têne fînansekirin êrîşî wî dikin û hewl didin ku bandorê li polîtîkayên DYAyê bikin, jê hat pirsîn Leavit got ku Trump di vê mijarê da "hevra ye".
Leavitt got, "Ez difikirim ku Serok bi tevahî hevra ye. Belê, welatên biyanî bê guman hewl didin ku bandorê li raya giştî ya DYAyê bikin. Di vê yekê de guman tune. Ez difikirim ku ev tenê rastiyek bingehîn e."