Önder Beyter
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
MOSKOVA
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li ser têlefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahû û Serokomarê Misrê Ebdulfetah es-Sîsî ra mijara Sûriyeyê xeberda.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Kremlînê da hat destnîşankirin ku Putîn di axaftina xwe ya li ser têlefonê ya ligel Netanyahû û Sîsî da li ser mijara Sûriyeyê rawestiya.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku Putîn ligel rêberê Misrê û yê Îsraîlê li ser rewşa Sûriyeya ku operasyonên leşkerî êdî li ber xilasbûnê ne, rawestiya û der barê civîna ku wê sibê li Soçiyê bê lidarxistin da guhdariya nêrînên hevdu kirin.
Di daxuyaniyê da herwisa bal hat kişandin ku di xeberdanê da Serokomar Sîsî ji ber rola Rûsyayê ya di çareserkirina qeyrana Sûriyeyê da spasiya Putîn kir. Hat ragihandin ku Netanyahû û Putîn jî li ser herêmên bêşer ên li başûrê Sûriyeyê rawestiyan.