Dinya

Pompeo di mijara êrîşên li Iraqê da Îran hişyar kir

Fatih Gazioğlu  | 14.12.2019 - Rojanekırın : 15.12.2019
Pompeo di mijara êrîşên li Iraqê da Îran hişyar kir

Washington DC

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo got ku Îran eger li Iraqê dijî eskerên Amerîkayê û yan jî dijî mitefîqê wan êrîşekê bike ew ê bersiveke "bibiryar" bidin wan.

Mike Pompeo li ser mijara êrîşên li Iraqê ev demek e tên kirin daxuyaniyeke nivîskî da û hin nirxandin kirin.

Pompeo got ku komên nêzî Îranê ev demek e li herêmê dijî baregehên Amerîkayê û Koalîsyona Navneteweyî êrîşan dikin û wiha axivî:

"Di êrîşa 9ê berfanberê hat kirin da baregeheke eskerî ya li nêzî Balafirgeha Bexdayê bû hedef. 11 berfanbarê dîsa heman herêmê êrîşeke biroket hat kirin.

"Bila di bîra lîderên Îranê da be. Eger Îran û komên nêzî wan dijî Amerîka û mitefîqên wan êrîşên xwe bidomînin Amerîka wê bersiveke bibiryar bide wan. Îran divê hemberî cîranên xwe bi hurmet hereket bike û piştgiriya ku dide komên çekdar derhal bide sekinandin."

9ê berfanbarê li paytextê Iraqê Bexdayê li dijî baregeha eskerî ya nêzîkî balafirgeha navneteweyî bi 4 fuzeyên katyuşayê êrîş hatibû kirin. Di êrîşê da 6 esker birîndar bûbûn.

Hat diyarkirin ku di encama lêgerînên li dewrûberê da "ciyê agirkirina fuzeyê" hat dîtin.

Li Iraqê çend roj beriya vê li bajarên Selaheddîn û Enbarê jî li dijî baregehên eskerî yên Amerîkayê bi fuzeyê êrîş hatibûn kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın