Abdullah Tel
24 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2020
Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû berî serdana xwe ya Qesra Spî ku tê payîn roja sêşemiyê pêk bîne wê plana "Peymana Sedsalê" eşkere bike.
Trump dema çu Florîdayê di balafirê da der barê mijarên rojevê da ne daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û Plana Aştiya Rojhilata Navîn a wek "Peymana Sedsalê" jî tê zanîn nirxand.
Serokê DYAyê Trump bal kişand ser ziyareta Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû ya ku tê payîn roja sêşemê pêk bê û got: "Berî vê ziyaretê di demeke kurt da em ê wê planê eşkere bikin. Min bi Filistîniyan ra jî piçek li ser vê xeberda. Lê di nav wextê da em ê bi wan ra jî li ser vê mijarê xeberdin. Di peymanê da ji bo Filistîniyan gelek teşwîq hene. Ez zanim ku wê di serê ewil da bertekê nîşan bidin lê ev peyman ji bo wan, di rastiyê da pir erênî ye."
Trump bal kişand ser peymanê û destnîşan kir ku ew peymaneke zor û zehmete û wiha domand: "Ez ji lihevkirinan hez dikim. Ev jî peymaneke mezin e û bi rastî jî wê gelek bi kêr bê."
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da hat gotin ku Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû û lîderê Tifaqa Şîn-Spî Benney Gantz ji bo ku bi rêveberiya DYAyê ra li ser plana "Peymana Sedsalê" biaxivin wê 28ê Rêbendanê roja sêşemiyê serdana Washingtonê bike.
- Plana "Peymana Sedsalê"
Serokê DYAyê Donald Trump bi armanca çareserkirina pirsa Îsraîl-Filistînê, plana "Peymana Sedsalê" amade kir, hûrgiliyên wê eşkere nînin lê di çapemeniya navneteweyî da ji bo vê hin agahî hatine weşandin.
Di nûçeyan da tê gotin ku li gorî peymanê tevahiya Qudsê ji Îsraîlê ra tê hiştin, cih û warên dereqanûnî yên Cihûyan li Şerîeya Rojava ava kirine jî wê hebûna xwe bidomînin. Tê gotin ku di peymanê da zêde xalên dijî Filistîniyan hene.
Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas jî ew plan wek "şiqama sedsalê" binav kiribû û gotibû ku ji bilî hin alîkariyên aborî tiştekî bi kêrî gelê Filistînê bê tê da tuneye.
Li Îsraîlê bi hinceta qeyrana koalîsyonê ya ku ev saleke li wir dewam dike heta niha hûrgiliyên plana qal tê kirin bi raya giştî ra nehat parvekirin.