Dinya

PKKyê di saleke dawîn da li Iraqê gelek êrîş birin ser sivîl û hêzên ewlekariyê

Ekip  | 27.07.2022 - Rojanekırın : 28.07.2022
PKKyê di saleke dawîn da li Iraqê gelek êrîş birin ser sivîl û hêzên ewlekariyê

Arbil

Li Iraqê ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê ku di saleke dawîn birin serî da gelek sivîl û hêzên ewlekariyê hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Li Iraqê ji ber hebûna PKKyê bi sedan gund hatine valakirin û bi hezaran Êzdiyên Şengalî ku nikarin vegerin ser mal û milkên xwe di kampan da nav şert û mercên zor û zehmet da jiyana xwe didomînin.

PKKya rêxistina terorê bi êrîş û tepinkên xwe yên li Iraqê va di saleke dawîn da gelek êrîş li dar xist û zarok û turîst jî di nav da sivîl ji xwe ra kirin hedef.

Nûçegihanên AAyê êrîşên PKKya rêxistina terorê ku di saleke dawîn da biriye serî, berhev kirin.

- Êrîşên PKKyê yên di saleke dawîn da hatine kirin

Li Amediya navçeya Duhokê di 5ê Hezîrana 2021ê da 5 pêşmergeyên Yekîneya Zerevanî ya Taybet a Rêveberiya Herêma Kurdisana Iraqê (HKI) ji ber tepinka PKKyê binerd kiribû û teqiya bû, hatin kuştin.

Konseya Ewlehiya HKIyê di 17ê Nîsana 2022an da daxuyanî da û ragihand ku li Duhokê ji ser terorîstên PKKyê tonek madeya teqemeniyê hat bidestxistin.

PKKyê di 19ê Nîsanê da li Şengala navçeya Mûsilê êrîşî artêşa Iraqê kir û di bûyerê da 5 esker birîndar bûn.

Di 4ê Gulana 2022an da ji alî PKKyê va li Amediyeya navçeya Duhokê teqemeniya 200 kîlogram a di bin rê da hatibû bicîkirin, hat îmhekirin.

Li Etruşa bajaroka Şêxan a navçeya Duhokê di 7ê Gulanê da ji ber teqîna tepinka PKKyê çoka Xurşîd Mûsayê 45 salî yê bavê 8 zarokan jê bû.

Konseya Ewlehiya HKIyê di 16ê Gulanê da ragihand ku komeke terorîstên PKKyî yên ji bo êrîş kirinê di nav amadehiyan da bûn hatine qefaltin û dest danîne ser gelek cebilxaneya wan.

Hat ragihandin ku terorîstên PKKyî yên hatin qefaltin di wê amadehiyê da bûn ku êrîşên bombeyî li dar bixin.

PKKyê di 24ê Gulanê da li Duhokê êrîşî ser navenda peyka qanala têlevizyonekê kir û amûrên li navendê bûn xurde.

Li Bamerîna bajaroka Amediya navçeya Duhokê jî di 26ê Gulanê da ji alî PKKyê va êrîş hat kirin û 2 zarok hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

PKKyê di 27ê Gulanê da jî li Kanî Masiya bajaroka Amediyeyê êrîşî Pêşmergeyan kir û pêşmergeyek birîndar bû.

Di êrîşa bombeyî ya ku PKKyê di 5ê Hezîranê da li bajaroka Kanî Masiyê kir da jî siwarekî bisikletê hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Di heman rojê da li Giruzeyr a bajaroka Şengalê jî PKKyê bi ser malekê da girt û li pêş çavên malbatê pêşmergeyek revandin ku nayê zanîn birine ku derê.

PKKyê di 9ê Hezîranê da jî li Kanî Masiyê êrîşî ser pêşmergeyan kir lê tiştek bi kesî nebû.

Di 15ê Hezîranê da jî li Sînûn a bajaroka Şengala navçeya Mûsilê PKKyê bi ser gelê li dijî wan çalakî dikirin va gule barand û hin kes birîndar bûn.

Li Zaxoya navçeya Duhokê jî di 20ê Tîrmehê da li ber çem êrîş hat kirin û 9 sivîl hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê daxuyanî da, êrîşê şermezar kir û ragihand Tirkiye ji êrîşên li hemberî sivîlan tên kirin aciz e.

- Bi hezaran Êzdî ji ber PKKya li Şengalê ye nikarin vegerin ser mal û milkên xwe

Êzdiyên Şengalî yên li Duhokê di kampan da dijîn û ji rûyê PKKya rêxistina terorê ya ku ji Şengalê dernakeve, nikarin vegerin ser mal û milkên û hinek ji wan jî derbasî Tirkiyeyê bûn.

Ji Êzdiyên ku di sala 2014an da ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê ya li ser Şengala navçeya Mûsilê ji cî û warê xwe reviyan û di nav şert û mercên zor û zehmet da li kampan jiyana xwe domandin qismekê wan derbasî alî Tirkiyeyê bûn.

PKKya rêxistina terorê jî bi darê zorê çek dide destê zarokên Êzdiyan ku ji kampan revandiye û wan dişîne serê çiyê. Şêniyên Êzdî jî car caran ji bo PKK zarokên wan berde çalakiyan li dar dixin.

Êzîdiyên Şengalî yên ev demeke dirêj e perîşan bûne dixwazin bila dawî li vî halê wan bê û PKK ji Şengalê bê derxistin û ew jî bikaribin bi rihetî û bêtirs vegerin ser mal û milkên ji bav û kalan da ji wan ra mîrat mane.

Parlementera Êzdî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Parlementoya Iraqê Viyan Dexîlê di daxuyiyên xwe da ragihandibû ku li Şengalê ji 4 hezarî zêdetir sivîl ji cî û warê xwe bûne.

- Dagirkirina gundan

Serokê Meclisa Bajarê Duhokê got ku ji ber hebûna PKKyê di nav sînorên wîlayetê da 380 gund hatin valakirin û gelek gund jî li ber valakirinê ne.

Serokwezîrê HKIy Mesrûr Barzanî di daxuyaniya 27ê Sibatê dabû da got ku ji ber PKKyê li herêmê avakirin ji nû va dest pê nake û ew êdî li hemberî hebûna rêxistinê ya li herêmê xwe bêdeng nekin.

Barzanî got: "PKK mixabin ji niyeta baş a rayedarên HKIyê îstifade kir. Rêxistinê çiya û hin cî û warê li herêmê ne zeft kiriye, dagir kiriye û ji ber vê jî mimkun nabe 800 gund ji nû va bên avakirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.