Dinya

PKKya rêxistina terorê êrîşî çavkaniyên dahatê yên li Şengalê dike

PKKya rêxistina terorê êrîşên xwe yên dijî çavkaniyên dahatê yên herêmê zêde kirin û hedef dike bi vî awayî hem birêvebiriya Herêma Kurdistanê qels bike hem jî hebûna xwe ya li Şengalê bidomîne

26.11.2020 - Rojanekırın : 26.11.2020
PKKya rêxistina terorê êrîşî çavkaniyên dahatê yên li Şengalê dike

Ankara

Hat diyarkirin ku PKKya rêxistina terorê ketiye nav teşebûsên ji bo xirakirina Peymana Şengalê, êrîşî çavkaniyên dahatê yên herêmê dike û hewl dide ku birêvebiriya Herêma Kurdistanê qels bike û navbera birêvebiriyên Bexda û Hewlêrê xira bike û li Şengalê hebûna xwe bidomîne.

Hat tesbîtkirin ku PKKya rêxistina terorê ya ku bi operasyonên giran ên Artêşa Tirkiyeyê yên li bakurê Iraqê yek car tengijî ye ji ber Peymana Şengalê ya di navbera Hikûmeta Iraqê û Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê jî ketiye nav tengasiyê.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan Peymana Şengalê ya ku di navbera Hikûmeta Iraqê û Hewlêrê da hat îmzekirin rê vekir ku gel vegere malên xwe û Şengal bikeve bin îdareya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI).

Di çarçoveya peymanê da di mijara Şengalê da li ser awayê birêvebiriyeke nû dixeibitin û verastkirinên ku dê li herêmê aramiyê pêk bînin jî tên kirin. Hemû geşedan rê vedikin ku gelê Şengalê ji nû va vegerin malên xwe û hebûna PKKya rêxistina terorê ya li herêmê jî xiste tengasiyê.

Hat diyarkirin ku PKKya rêxistina terorê ya ku ji ber operasyonên TSKyê yên li bakurê Iraqê ketiye tengasiyê ketiye nav teşebûsên ji bo xirakirina Peymana Şengalê, êrîşî çavkaniyên dahatê yên herêmê dike û hewl dide ku birêvebiriya Herêma Kurdistanê qels bike û navbera birêvebiriyên Bexda û Hewlêrê xira bike û li Şengalê hebûna xwe bidomîne.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku rêxistina terorê êrîşên xwe yên demên dawîn ji bo pêşîlêgirtina vegera gel dike û got ku armanca terorîstan ew e ku li herêmê bimîne.

- Görüntülerle algı oluşturmaya çalışıyorlar

Ji hêla din va hat tesbîtkirin ku qaşo birêvebirên rêxistina terorê yên ku ji ber operasyonên giran ên Artêşa Tirkiyeyê nikarin ji cihê xwe lê veşartine derkevin derva ji bo ku pêşî li revên ji nav rêxistina terorê bigirin serî li rêyên cuda didin.

Hat tesbîtkirin ku serkirdeyên rêxistina terorê yên ku ji ber operasyonên ji hewayê û ji bejayê yên Mehmetçîk derbasî başûrê Qendîlê, Şengalê bûne û xwe di şikeftan da vedişêrin nikarin ji wan derva derkevin.

Şûna axaftinên ku qaşo birêvebiran berê li ber kamerayan dikir êdî dîmenên ku diyar nîne ka li ku hatiye kişandin girt.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku ev rewş tirsa mirinê ya qaşo serokên rêxistinê yek car nîşan dide û wekî delîla ku hewla rêxistinê ya ji bo kêmkirina belavbûn û revan dinirxînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın