Dinya

PKKya rêxistina terorê li Iraqê sivîlan ji xwe ra dike mertal

Ekip  | 23.06.2022 - Rojanekırın : 25.06.2022
PKKya rêxistina terorê li Iraqê sivîlan ji xwe ra dike mertal

Arbil

 PKKya rêistina terorê ji ber operasyonên serfirazî yên Hêzên Çekdar ên Tirk ku li bakurê Iraqê dewam dikin sivîlan wek mertal bikar tîne.

Şêniyên Amediyeya navçeya bajarê Dihokê dixwazin ku bila PKK ji herêmê bê derxistin.

Ednan Sînciyê ji bajaroka Şêladizê ya ser Amediyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "PKK di demên dawîn da ji bo ji operasyonên hewayî xwe biparêze miletê ji xwe ra dike mertal."

Sîncî diyar kir ku li bajaroka qasî 5 hezar kes lê dijîn ji ber vê rewşê gelek bi fikar in û ragihand ku ji ber PKKê gelek kesan mal û milkên xwe terikandin û dema rêxistina terorê ji herêmê bê derxistin û ewlehî pêk bê jî wê gundî vegerin ser mal û milkên xwe.

- "PKK naxwaze gel jiyana xwe ya rojane bijî û rê lê digire"

Sekreterê Meclisa Bajarê Dihokê Sidqî Nreweyî got ku gelê Amediyeyê ji ber PKKyê zirareke mezin dît û wiha domand: "Ji ber ku gelê sivîl ji xwe ra dikir mertal li nav sînorên Amediyeyê 2 hezar gund vala bûn. Ji ber rêxistina terorê hikûmet jî xizmetê nagihijîneherêmê."

Nerweyî got: "PKK 31 sale li van deran nahêle ku milet bi rihetî jiyana xwe ya rojane bidomîne û dibe astengî û rê lê digire."

- "PKK sivîlan dike hedef"

Ji şêniyên herêmê û pisporê siyasetê Remezan Kîvlî jî got: "PKK wezîfeyekê hildaye ser xwe û rasterast ji bo serobinkirina ewlehî û aramiya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi cî tîne."

Kîvlî diyar kir ku HKI piştî êrîşên DEAŞa rêxistina terorê niha jî rastî êrîşên PKKê tê.

Parlementerê Meclisa HKIyê yê Dûhokê Mûhsîn Doskî jî got ku wan der heqê hebûna PKKyê ya li herêmê da 2 caran rapor pêşkeşî parlemento û hikûmetê kir ku bila mijar bê çareserkirin û wiha domand: "Tirkiye di têkoşîna li hemberî PKKyê da bi biryar e. PKK jî sivîlên li vê herêmê ne dike hedef. Ji ber vê jî heke PKK ji van deran derbikeve wê şêniyên van deran vegerin û jiyana asayî dest pê bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın