Dinya

PKK ji bo rê li ber veqetînan bigire têlefonên mobîl qedexe kir

PKKya rêxistina terorê bi armanca ku rê li rev û veqetînên ji rêxistinê bigire bo endamên xwe yên li Tirkiyeyê bikaranîna têlefonên mobîl qedexe kiribû û niha jî heman biryar ji bo endamên rêxistinê yên li Iraq û Sûriyeyê ne jî tê sepandin.

Abdullah Tel   | 03.12.2019
PKK ji bo rê li ber veqetînan bigire têlefonên mobîl qedexe kir

Ankara

ANKARA (AA) - PKKya rêxistina terorê bi armanca ku rê li rev û veqetînên ji rêxistinê bigire bo endamên xwe yên li Tirkiyeyê bikaranîna têlefonên mobîl qedexe kiribû û niha jî heman biryar ji bo endamên rêxistinê yên li Iraq û Sûriyeyê ne jî tê sepandin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hildan, hêzên ewlehiyê ji aliyekî va operasyonên serfirazî yên li dijî terorê didomînin, ji aliyekî va serkêşên rêxistina terorê berteref dikin û ji aliyekî va jî hebûnên lojîstîk ên rêxistinê ji holê radikin.

Di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da di nav du salên dawîn da operasyonên li çol û çiyayan ku dijî rêxistina terorê hatin kirin ji sedî 150 zêde bûn û gelek çek, cebilxane û amûrên rêxistinê hatin bidestxistin.

- Li gor rêbazên berê tevdigerin

Li hemberî têkoşîna bi biryardar a hêzên ewlehiyê va derfetên ragihandinê yên rêxistina terorê her diçe ji holê radibin û wek çareseriyeke nû ew pergalên ku gelekî kevn bi kar tînin.

Rêxistina terorê ji bo têkilîdanînê dest bi şandina kuryeyan kiribû lê ev yek jî bi kêr nehat.

- Gelek endamên rêxistinê xwe mîna li erdê mane hîs dikin

Ji ber kêmasiya ragihandinê û têkilîdanînê rêxistin ji gelek tiştên xwe bû û nikare rê li wan tiştan bigire û ji ber vê jî gelek însiyatîf ji qadroyên xwe yên li çil û çiyayane ra hişt.

Qadroya rêxistinê endamên xwe yên li çol û çiyayan di halê wan da hîşt, ev yek jî bû sedema rev û veqetîna endamên rêxistinê ku him ji hêla fikrî û him jî ji hêla bedenî va êdî xwe aîdê rêxistinê hîs nakin. Ji ber vê yekê jî rev û veqetînên ji rêxistinê tevlî teslîmbûnê zêde bûn.

Serkêşên rêxistinê yên ku nikarin rê li veqetînên ji rêxistinê bigirin piştî Tirkiyeyê bikaranîna têlefonên mobîl li Sûriye û Iraqê jî qedexe kir.

Terorîstên ku bi malbata xwe ra awayekî têkiliyê datînin û ji rêxistinê direvin, serkêşên qadroya rêxistinê neçar dihêlin.

Hêzên ewlehiyê yên ku him nav welêt û him jî li dervayî welêt li hemberî rêxistina terorê têkoşînê didomînin dixwazin ku çend bêtêlên di destê rêxistinê da mane jî hildin û hemû rêyên ragihandinê yên di nav rêxistinê da ne bi tevahî ji bolê rakin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.