Dinya

Piştî pevçûna YPG/PKK û DEAŞê dîmenên li Dêrazorê

Hat ragihandin piştî êrîşa YPG/PKKya rêxistina terorê ji bo qada dawîn a li Dêrazorê ji DEAŞê bistîne dabû destpêkirin bi sedan sivîl û endamên DEAŞê hatin kuştin

20.03.2019 - Rojanekırın : 21.03.2019
Piştî pevçûna YPG/PKK û DEAŞê dîmenên li Dêrazorê

Deyru z Zor

Hat ragihandin piştî êrîşa YPG/PKKya rêxistina terorê ya Amerîka piştgiriyê didê ji bo qada dawîn a li Dêrazorê ya di destê DEAŞê da bistîne dabû destpêkirin bi sedan sivîl û endamên DEAŞê hatin kuştin, bi dehan sivîlên jin û zarok jî tev di nav cesedan da man.

Dîmenên li Herêma Kampan a di destê DEAŞê da hatin kişandin li ser medyaya civakî hatin weşandin.

Di dîmenan da tê dîtin ku li eraziyê di encama êrîşên YPG/PKK û Amerîkayê da hat zeftkirin bi dehan sivîlên jin û zarok jî tev di nav cesedan da bêçare disekinin.

Di dîmenan da tê dîtin ku bi sedan cesedên êndamên DEAŞê û sivîlan li erdê dirêj bûne.

Çavkaniyên herêmî dibêjin ji ber ku cesed nehatine binaxkirin bi dehan sivîl di nav cesedan da disekinin.

Çavkanî bal dikişînin ku cesedê endamên DEAŞê parçeparçeyî nebûne û dibe ku YPG/PKKyê înfazeke mezin kiribe.

Dîsa di dîmenan da tê dîtin ku cesedê sivîlan ji ber bombebaranê parçeparçeyî bûne.

Hat ragihandin ku ji ber Amerîkayê bombeya fosfora sipî ya ku bikaranîna wê qedexe ye avête ser herêmê gelek cesedên li qadê şewitîne bûne motanî komirê.

Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) di rapora xwe da diyar kir ku di heyama Donald Trumpê Serokê Amerîkayê da 730ê wan zarok, 362ê wan jin bi tevahî 2 hezar û 59 sivîl hatin kuştin.

- Pêvajoya ji Dêrazorê derxistina DEAŞê

YPG/PKK û Amerîkayê bi koma DEAŞî ya di qada baxçe û kampan a li Baxoza bajaroka Dêrazorê asê mabû ra di 15ê sibatê da peyman çêkiribûn. Ji wê rojê vir da gelek DEAŞî ji bajarokê veqetiyan û teslîm bûn.

Lêbelê komeke di nav DEAŞê da ya ji biyaniyan pêk tê peymana di navbera herdu rêxistinên terorê da qebûl nekir û li Herêma Kampan şerê YPG/PKKyê ra didomand. YPG/PKK bi piştgiriya hewayî ya Amerîkayê êrîş dabû destpêkirin û koma dawîn jî teslîm hilda.

Mistefa Baliyê ji berdevkên YPG/PKKya navê HSDyê bi kar tîne li ser hesabê xwe yê Twitterê îdia kiribû ku Herêma Kampan a kelha dawîn a DEAŞê ya li Baxoza navçeya Dêrazorê zeft kirin.

Wekî mayîn hat îdiakirin ku komeke piçûk a endamên DEAŞê li rexê Çemê Feratê bi cî bû û li ber xwe dide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın