Dinya

Pispor bi şikê li biryara rejima Esed a ji bo "efûya qaçaxên eskeriyê" mêze dikin

Ethem Emre Özcan  | 26.01.2022 - Rojanekırın : 27.01.2022
Pispor bi şikê li biryara rejima Esed a ji bo "efûya qaçaxên eskeriyê" mêze dikin

Ankara

Rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê li welatê şerê navxweyî lê dewam dike ji bo kesên ji eskeriya artêşê fîrar kirine "efû" îlan kir, pispor vê şikê dinirxînin.

Li gor xebera SANAya ajansa nûçeyan a rejimê, Esed ji bo kesên ji eskeriyê revîne nav û dervayê bajêr "efû" îlan kir.

Di xeberê da wiha hat gotin: "Qaçaxên eskeriyê dema teslîm bibin ew ê ji efûyê îstifade bikin."

Di raporên navneteweyî da hatibû dîtin ku artêşa rejimê bi sedan hezarî sivîl kuştine.

Rejima Esed di gulana 2021î da ji bo "qaçaxên eskeriyê", "efûya giştî" îlan kiribû.

Pisporê ji Sûriyeyê biryara rejima Esed a "efûya qaçaxên eskeriyê" ji bo AAyê nirxandin.

Maen Talhayê lêkolînerê Omrana Navenda Lêkolînên Stratejîk ji bo biryarê wiha got: "Rejimê jidestpêka şerê navxweyî vir da ji bo qaçaxên eskeriyê14 caran efû derxist. Biryarên wiha êdî ji rêzê ne û ji ber ku her tim tê îlankirin jî kes guh nadê."

Talha got ku biryara rejimê ji bo çavan tê îlankirin û wiha pê da çû: "Rejim piştî her lihevkirinê qaçaxên eskeriyê dîl digre, dibe yekeyên ewlekariyê û ji heqan mehrûm dihêle."

Talha got hin endamên rejimê yên berê yên revîn Ewropayê li dadgehên Almanyayê ji ber "sûcê dijî mirovahiyê" hatin darizandin û wiha axivî: "Rejim dixwaze bi biryarê va peyama 'mêze bikin Ewropayê we bidarizîne lê ez ji bo we derî vedikim" bide endamên artêşê yên revîne Ewropayê.

Waîl Ulwanê lêkolînerê Jusoora Navenda Lêkolînê jî got, "Biryarên wiha yên rejim dide êdî bûn biryarên ji rêzê. Her sal dubare dike. Kes bi rejimê bawer nake."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın