Dinya

Pentagon: Ji 2014an vir va cara ewil e Rûsya li sînorê Ukraynayê ewqas leşkerî kom dike

Kasım İleri   | 10.04.2021
Pentagon: Ji 2014an vir va cara ewil e Rûsya li sînorê Ukraynayê ewqas leşkerî kom dike

Washington DC

Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) John Kirby diyar kir ku ji sala 2014an vir va cara ewil e Rûsya li ser sînorê Ukraynayê ewqas çek û eskeran kom dike.

Di civîna çapemeniyê ya rojane da Kirby rojev nirxand çek, cebilxane û eskerên ku Rûsyayê li sînorên rojhilat ên Ukraynayê bi cî dike rexne kir.

Di axaftina xwe da Kirby destnîşsn kir ku Moskova niyeta xwe ya rasteqîn vedişêre ew hêza li wê derê dide ser hev jî dibe sedema fikarê û bi kêrî îstiqrara herêmê jî nayê.

Kirby destnîşan kir ku bala wan li ser wê talukeyê ye ku Rûsya li herêmê dibe sedem.

Di mijara nûçeyên wê Amerîka du keştiyên eskerî bişîne Behra Reş da Kirby pesendkirin li xwe danenî û got ku wekî hergav hêzên eskerî li gor rê û rêzikên Peymana Geliyan a Montroyê û bi koordînasyona Tirkiyeyê ra şandin Behra Reş.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.