Dinya

Pentagonê ji bo 10 hezar kesên ku di binê kontrola YPG/PKKyê da ne daxwaza "budçe"yê kir

Li gor rapora teklîfa budçeya 2021an a Pentagonê, Pentagonê ji bo komên ku li Sûriyeyê piştgiriyê didê 200 milyon dolar fona alîkariya eskerî daxwaz kir

12.02.2020
Pentagonê ji bo 10 hezar kesên ku di binê kontrola YPG/PKKyê da ne daxwaza "budçe"yê kir

Washington DC

Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) di çarçoveya sala darayî da ji bo komên ku li Sûriyeyê piştgiriyê didê budçeyeke 200 milyon dolarî daxwaz kir û li gor rapora daxwaza budçeyê wê ji bo hêzeke ku ji 10 hezar kesî pêk tê û di kontrola YPG/PKKya rêxistina terorê da ye alîkariya sîlah û muhîmatê bidomîne.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rapora teklîfa budçeya 2021an a Pentagonê da hev, Pentagonê ji bo komên ku li Sûriyeyê piştgiriyê didê 200 milyon dolar fona alîkariya eskerî daxwaz kir.

Li gor raporê ev alîkarî wê bigihêje YPG/PKKya rêxistina terorê ku navê "HSD"yê bi kar tîne û koma mixalif a "Muxavîr et-Tawra"yê. Ev kom li herêma El Tanîfa ku dikeve başûrê rojhilata Sûriyeyê, komeke mixalif e.

- Ji bo YPG/PKKyê plana 3 hêzan

Li herêmê Yekîtiya Antî-Terorê (Hezen Antî-Teror (HAT)) ku wê ji 5 liqên komandoyan û 600 kesî pêk were, wê were avakirin û wê di binê kontrola YPG/PKKyê da piştî operasyonan li herêmê wek "Hêza Paqijker" wezîfeyê bike.

5 liqên komandoyan wê bi tevahî 1120 kesî pêk were, bi van va li herêmê piştî operasyonan bi tevahî 1720 kes wê seba YPG/PKKyê fealiyetê bike.

Ji hêla din Hêza Ewlehiya Navxweyî ya ji YPG/PKKya rêxistina terorê pêk tê û Pentogon demeke dirêj e li ser dixebite di nav 2 salan da wê bi hêzeke 4 hezar kesî va bê avakirin û perwerde ji bo wan bê dayîn. Ev hêz wê li bajaran dewriyeyê bavêjin, li cihên kontrolê wezîfeyê bikin û li bajaran operasyonên biçûk bikin.

Ji bilî van ji bo rêxistinê bi navê "Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Herêmî" li hin cihan wê yekîneyên mayînde bêne avakirin. Ev yekîneyên girêdayî YPG/PKKya rêxistina terorê wê ji girtîgehên li herêmê jî berpirsyar bin.

Amerîkayê demek berê jî gotibû li bakurê rojhilatê Sûriyeyê 45 hezar kes wê bê perwerdekirin.

Di raporê da hat gotin Pentogonê ji bo çek, muhîmat û perwerdeya milîtanên YPG/PKKya rêxistina terorê budçe veqetandiye.

- Di nav muhîmatan da çekên giran tune

Di budçeya Pentagonê da ji bo Sûriyeyê foneke 200 milyon dolarî tê xwestin ku ev di bin 5 beşan da hatiye nîşandan. Li gor vê 94,3 milyon dolar wê ji bo perwerde û muhîmatan, 53,7 milyon dolar ji bo piştgiriya lojîstik û xizmetên din, 48 milyon dolar ji bo mehaneyan û xerclixan, milyon dolarek ji bo temîreta binesaziyê, 3 milyon dolar jî ji bo xebatên îdameyê wê bên xerckirin.

Ji YPG/PKKya rêxistina terorê û koma Mugawîr et-Tawrayê ra 442 tiving, 860 demançe, 296 kêrên komandoyê, 28 tivingên sûîqastê û bi qasî 3 milyon jî fişekên curbecur wê bên dayîn.

Di nav cebilxaneya bê temînkirin da yên giran tunene lê ji bo rêxistinê 121 wesayîtên eskerî yên xwedî taktîkê nînin û 574 jî wesayîtên bizirx wê bên temînkirin.

Tevlî vê ji bo rêxistinê wê bargirên personelan ên bizirx, kamyonên kargoyê, ambulans, tankêrên av û sotmeniyê jî wê bên dayîn.

Bi armanca ji rêxistinê ra cil û berg, mîxfer, bêtêl, kompîter û oksîjen birê jî tev nêzî 100 amûrên piştgiriyê yên biçûk ên curbecur bên temînkirin fon hat xwestin.

- Ji bo koma Mugawîr et-Tawrayê wê amûrên jiyanê yên bihayê wan bi qasî 4 milyon dolar e wê bê temînkirin.

Li gor raporê di fona 53,7 milyon dolar a ji bo lojîstikê hat cihêkirin da wê ji koma Mugavîr et-Tavrayê ra amûrên jiyanê yên bihayê wan bi qasî 4 milyon dolar e bê temînkirin û qismê mayî jî li herêmên di bin kontrola YPGê da ne wê ji bo xebatên di qada lojîstikê da ne bê xerckirin.

Ji bilî vê di rapora butçeyê da li qismê mehanî û xercaneyan ji bo 10 hezar kesî jî mehanî 400 dolar û salane 48 milyon dolar fon tê xwestin ku bila bê cihêkirin.

Ji bo temîrkirina navenda herekatê, girtîgeh û 4 cihên çavdêriyê jî wê milyonek dolar bê xwestin.

- Par li Sûriyeyê 550 milyon dolar hatibû xwestin

Pentagonê par jî li Sûriyeyê 250 milyon dolar ji bo ewlehiya sînor, 300 milyon dolar jî ji bo perwerde û dabînkirina ekîpmanan bi tevahî 550 milyon dolar xwestibû. Lêbelê di budceya ku dirûvê qanûnê wergirtibû da ji bo perwerde û ekîpmanan 200 milyon dolar alîkarî hatibû pesendkirin.

Piştî ku Tirkiyeyê Herekata Kaniya Aştiyê dabû destpêkirin, Serokê Amerîkayê Donald Trump telîmat dabû ku eskerên Amerîkayê bi giştî ji rojhilatê bakurê Sûriyeyê vekişin û bi tenê qadên neftê yên li rojhilatê welêt bimînin.

Amerîka destnîşan dike, dahata bîrên neftê yên li Dêrazorê dikeve destê rêxistina terorê YPG/PKKyê ku navê "HSD"ê bi kar tîne.

- Pêvajoya amadebûna budceyê

Budceya navborî ji bo ku bibe qanûn dê ji Kongreyê ra were pêşkêşkirin. Komîteyên Hêzên Çekdar ên li Meclisa Nûneran û Senatoyê dê li ser vî telebê bixebitin û bi sernavê "Qanûna Erkdayîna Parastina Neteweyî" du pêşnumayên cuda amade bikin.

Ev pêşnuma piştî ku ji lijneyên eleqedar derbas bûn, dê ji bo dengdayînê biçe lijneya giştî ya Kongre û Senatoyê.

Piştî pesendkirina li Meclisa Nûneran û Senatoyê ji bo ku bibe qanûn dê ji Serok ra were şandin ku îmze bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın