Dinya

Pentagonê diyar kir ku li ser wextê vekişandina eskerên Amerîkayê yên li Iraqê tu lihevkirinek tuneye

Kasım İleri   | 08.04.2021
Pentagonê diyar kir ku li ser wextê vekişandina eskerên Amerîkayê yên li Iraqê tu lihevkirinek tuneye

Washington DC

 Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) Jonh Kirby der barê Hevdîtinên Guftûgoyên Stratejîk ên Amerîka-Iraqê da ragihand ku wan li ser pêvajoya mijara vekişîna eskerên Amerîkayê yên li Iraqê ne da li hev kirin lê got ku ji bo mijara wextê vekişînê lihevkirinek tuneye.

Bi serokatiya Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hiseyîn va hevdîtinên guftûgoyê yên di navbera herdu welatan da ku dihatin kirin bi tura sêyemîn dewam kir û daxuyaniya piştî hevdîtinan hat dayîn jî bû sedema niqaşan.

Di civîna çapemeniyê ya rojane da Kirby pirsan bersivand û daxuyaniya hevpar a ku ji bo Hevdîtinên Guftûgoyên Stratejîk ên 3yemîn ên Amerîka-Iraqê hatibû dayîn bi bîr xist û got ku li ser pêvajoya mijara vekişîna eskerên Amerîkayê yên li Iraqê ne da lihevkirin çêbû. Di berdewamiya axaftina xwe da jî got ku ev lihevkirin nayê wê menê ku vekişînê dest pê kiriye.

Rêveberiya Donald Trump ê Serokê berê yê Amerîkayê gotibûn ku ew ê hejmara eskerên xwe yên li Amerîkayê daxin 2 hezar û 500î lê rêveberiya Joe Bidenê ku di 20 Rêbendanê da dest bi wezîfeyê kir xebatên vekişandin û şandina hemû eskeran heta demeke berwext da sekinandin.

Hevdîtinên Guftûgoyên Stratejîk ên Amerîka-Iraqê ewilî di 11ê Hezîrana 2020î da dest pê kir, ya duyemîn jî di 9ê Tebaxa 2020î da li Washingtonê hatibû kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.