Dinya

Parlementerê Êzîdî yê Iraqê Mehma Xelîl: Heşdî Şabî li Şengalê piştgiriyê dide PKKê

Ekip  | 19.05.2022 - Rojanekırın : 21.05.2022
Parlementerê Êzîdî yê Iraqê Mehma Xelîl: Heşdî Şabî li Şengalê piştgiriyê dide PKKê

Arbil

Parlementerê Êzîdî yê Meclisa Iraqê Mehma Xelîl diyar kir ku lazime PKKya rêxistina terorê ji navçeya Şengalê derbikeve û wiha domand: "Heşdî Şabî li Şengalê piştgiriyê dide PKKê. PKK lazmatî û mehaniya xwe ji Heşdî Şabiyê hildide. Ev jî tê wê meneyê ku hikûmeta Iraqê li Şengalê mehanî dide PKKyiyan."

Xelîl ji bo PKKya rêxistina terorê ya li Şengalê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Parlementerê Êzîdî destnîşan kir ku Heşdî Şabiya koma milîs a ji şaxên parastin û ewlehiya welêt a girêdayî Serokwezîriya Iraqê ye li Şengalê pişggiriyê dide PKKyê.

Di axaftina xwe da Xelîl got: "Heşdî Şabî li Şengalê piştgiriyê dide PKKyê. PKK lazmatî û mehaniya xwe ji Heşdî Şabiyê hildide. Ev jî tê wê meneyê ku hikûmeta Iraqê li Şengalê mehanî dide PKKyiyan. Ji bo çareserkirina rewşa li Şengalê divê konferanseke navneteweyî bê kirin. Meclisa Iraqê divê komîsyonekê wezîfedar bike, Peymana di navbera Bexda û Hewlêrê da bê sepandin, zirar û ziyana şêniyên Şengalê bê temîn kirin û PKK divê ji navçeyê derbikeve. Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê wezareteke bêkêr e. haya wan ji penaberan tuneye. Me di vê mijarê da bi dehan carî gilî kir."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.