Dinya

Papa li Mûsilê seba qurbaniyên DEAŞa rêxistina terorê ayîn li dar xist

Papa Franciscusê pêşengê dînî yê Katolîkan ziyareta xwe ya Iraqê li bajarê Mûsilê didomîne û seba qurbaniyên DEAŞa rêxistina terorê ayîn li dar xist.

İbrahim Atmaca  | 07.03.2021 - Rojanekırın : 08.03.2021
Papa li Mûsilê seba qurbaniyên DEAŞa rêxistina terorê ayîn li dar xist

Arbil

 Papa Franciscusê pêşengê dînî yê Katolîkan ziyareta xwe ya Iraqê li bajarê Mûsilê didomîne û seba qurbaniyên DEAŞa rêxistina terorê ayîn li dar xist.

Papa di roja sêyem a gera xwe ya Iraqê da hat Hewlêrê û derbasî Mûsilê bû. Papa ji bo kesên ku di Dêra el Tahîrayê da hatin kuştin dia kir. DEAŞa rêxistina terorê di 2014an da ev dêr xerab kir.

Papa diyar kir, wan ji bo her kesên ku bûne qurbanê dijmintî û şer dia kir û wiha axivî, "Welatê ku hêlîna medeniyetê ye, rastî bobelata ku bû sedema xerabkirina perestgehên Mesîhî û Misilmanan. Meriv ji cî û warên wan hatin kirin û hatin kuştin. Em îro dizanin ku aştî ji şer hêzdartir e."

Papa got, "Xelet e ku meriv li ser navê Wî (Xwedê) şer îlan bike. Heke Xwedê, Xwedayê Eşqê be ne durist e ku meriv rika xwe bikute birayê xwe." û daxuyand, ji Iraq û Rojhilata Navîn koçkirina Mesîhiyan ne tenê zirar da kes û civakên ku koç kirin, di heman demê zirareke bêhed da civaka ku li pey xwe hiştin jî.

Papa Franciscus piştî bernameya li Mûsilê wê herêma Qereqûşa ku nifûsa Mesîhiyan lê zêde ye jî ziyaret bike.

Papa wê piştî Mûsilê derbasî Hewlêrê bibe û li Stadyuma Franso Herîrî ayînê bike.

Papa wê ber bi êvarê derbasî Bexdayê bibe, şeva xwe li wê derê derbas bike û serê sibê piştî merasima xatirxwestinê wê vegere Romayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın