Dinya

"Pakistan wê her dem li cem Tirkiyeyê be"

Nihat Kavşut   | 14.02.2020
"Pakistan wê her dem li cem Tirkiyeyê be"

Ankara

 Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan: "Niha li Sûriyeyê dijî we (Tirkiye) êrîş tên kirin. Di vê mijarê da xelkê Pakistanê û hikûmet wê her dem li cem we be û wê her dem jî ev wiha be."

Îmran Xan û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Konseya Hevkariya Stratejîk ya Payebilind di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.

Xan di axaftina xwe da balê kişand ser meseleya Keşmîrê û wiha got: "Niha qederê 8 milyon Keşmîrî di girtîgeheke servekirî da dijîn û di bin zilmê da ne."

Îmran Xan destnîşan kir li herêma Keşmîrê eskerên Hindistanê hene û zilmê li xelkê dikin û got ku ji bona tiştên der barê Keşmîrê da got ez cardin sipasiya we (Erdogan) dikim.

Xan diyar kir bi peymanên stratejîk yên di navbera Tirkiye û Pakistanê da hatin îmzekirin pêwendiyên herdu dewletan wê hê baştir bibin û wiha peyivî: "Niha li Sûriyeyê dijî we (Tirkiye) êrîş tên kirin. Di vê mijarê da xelkê Pakistanê û hikûmet wê her dem li cem we be û wê her dem jî ev wiha be."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.