Dinya

Pakistanê êrîşa Îsraîlê ya li Mescida Eqsayê dijî kesên îbadet dikirin bi tundî şermezar kir

Muhammet Nazım Taşcı   | 08.05.2021
Pakistanê êrîşa Îsraîlê ya li Mescida Eqsayê dijî kesên îbadet dikirin bi tundî şermezar kir

İslamabad

 Pakistanê êrîşa hêzên dagirker yên Îsraîlê ku li Mescida Eqsayê dijî kesên îbadet dikirin bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Pakistanê da der barê bûyerên li Qudsa Rojhilat da ku dagirkî ye wiha hat gotin, "Em êrîşa hêzên dagirker yên Îsraîlê ku li Mescida Eqsayê dijî kesên îbadet dikirin bi tundî şermezar dikin."

Hêzên Îsraîlê duh êvarê piştî fitarê li Qudsa Rojhilat bi guleyên plastîk û bombeyên dengan êrîşî hin ciyan kiribûn. Ji ber êrîşên polêsên Îsraîlê yên li Mescida Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat, Deriyê Şamê û Taxa Şêx Cerah herî kêm 205 Filistînî birîndar bûbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın