Dinya

Ofîsa Veberhênanê ya Ebû Dabiyê li Îsraîlê nûnertî vekir

Ofîsa Veberhênanê ya Ebû Dabiyê (ADIO) li paytextê Îsraîlê Tel Avîvê nûnertî vekir.

Önder Beyter  | 17.09.2020 - Rojanekırın : 17.09.2020
Ofîsa Veberhênanê ya Ebû Dabiyê li Îsraîlê nûnertî vekir

Dubai

Ofîsa Veberhênanê ya Ebû Dabiyê (ADIO) li paytextê Îsraîlê Tel Avîvê nûnertî vekir.

Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Hikûmeta Ebû Dabiyê ya li ser hesabên wê yên medyaya civakî da hat destnîşankirin ku di çarçoveya hevdîtinên digel şîrketa bi navê Li Îsraîlê Veberhênanê Bike "Invest In Israel" da nûnertî hat vekirin ku li ser firsendên veberhênanê û hevkariyên di navbera Ebû Dabî û Tel Avîvê da raweste.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ofîs di tora nûnertiya navneteweyî da dê bibe ofîsa yekemîn ku piştgiriyê bide şîrketên kurewî yên dixwazin fealiyetên xwe yên li Ebû Dabiyê berfireh bikin.

- Peymana asayîbûna peywendiyên Îsraîlê digel MYE û Behreynê

Serokê Amerîkayê Donald Trump 13ê tebaxê ragihandibû ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, 11 îlonê jî ragihandibû ku Behreynê bi Îsraîlê ra li hev kirin ku peywendiyên xwe asayî bikin.

Behreyn piştî Misir, Urdin û Îmaratê bû welatê çaremîn ê Ereb ku digel Îsraîlê peywendiyên xwe asayî dike.

Peymana asayîbûna peywendiyên Îsraîlê digel MYE û Behreynê duh li Qesra Spî bi beşdariya Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu hat îmzekirin. Wezîrê Karên Derva yê MYEyê Ebdullah bin Zayîd Al Nahyan û Wezîrê Karên Derva yê Behreynê Ebduletîf bin Raşîd ez-Zeyanî jî beşdarî merasima îmzeyê bûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.