Dinya

Nêçîrvan Barzanî êrîşa dijî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê şermezar kir

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî êrîşa dijî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê şermezar kir û got heke ew dubare bibe encamên nebaş wê ji bo welêt çêbibin.

Türkan Tosun  | 28.01.2020 - Rojanekırın : 29.01.2020
Nêçîrvan Barzanî êrîşa dijî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê şermezar kir

Istanbul

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî êrîşa dijî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê şermezar kir û got heke ew dubare bibe encamên nebaş wê ji bo welêt çêbibin.

Li ser malpera Serokatiya HKIyê hat daxuyandin Barzanî got parastina balyozan û dîplomatan berpirsyariya hikûmetê ye, divê destûr neyê dayîn ku qanûnên navneteweyî bên binpêkirin û dîplomat hedef bên girtin.

Barzanî êrîşa dijî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê şermezar kir û wiha got: "Êrîşên bi vî rengî ji bo îstiqrar û berjewendiyên Iraqê talûke ne. Heke çalakî dubare bibin an jî dewam bikin encamên nebaş wê ji bo welêt çêbibin."

Duh li dijî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê bi moşekan va êrîş hatibû kirin û 3 kes birîndar bûbûn.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxuyandibû êrîşên bi vî rengî wê Iraqê veguhêze gijgijînê û anîbû ziman ewê nûnertiyên biyaniyan ên li welêt biparêzin.

- Rageşiya Îran û Amerîkayê ya li ser axa Iraqê

Di 27ê çileya pêşîn a 2019an da li Kerkûka bajarê Iraqê êrîş li dijî baregeha eskerî ya K1yê ya Amerîkayê hatibû kirin û xebatkarekî bipeyman dixebitî, mirîbû.

Di 29ê çileya pêşîn a 2019an da Amerîkayê 5 hedefên Tuxaya Hizbullahê yên li Iraq û Sûriyeyê xistibû û hatibû daxuyandin 25 milîs hatibûn kuştin.

Alîgirên Tuxaya Hizbullahê û milîsên Şiî yên Heşdî Şebiyê jî di 31ê çileya pêşîn a 2019an da hewl dabûn bikevin avahiyê Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê.

Di 3yê çileya paşîn a 2020an da Amerîkayê li Balafirgeha Bexdayê bi êrîşeke esmanî va Generalê Îranî Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê Ebu Mehdî el-Muhendis kuştibû.

Artêşa Parêzvanên Şoreşê ya Îranê jî di 7ê çileya paşîn da bi moşekan va êrîşî Baregeha Esmanî ya Eyn el Esed a Amerîkayê ya li Iraqê xistibû.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.