Dinya

NYê pêşnûmaya li Girên Golanê ya dijî dagirkeriya Îsraîlê derdikeve qebûl kir

Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmaya biryarê ya li Girên Golanê dagirkirina Îsraîlê naxwaze û bang dike Îsraîl gorî biryarên Konseya Ewlehiyê ya NYê hereket bike, qebûl kir.

Nihat Kavşut  | 22.03.2019 - Rojanekırın : 23.03.2019
NYê pêşnûmaya li Girên Golanê ya dijî dagirkeriya Îsraîlê derdikeve qebûl kir

Geneve

Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmaya biryarê ya li Girên Golanê dagirkirina Îsraîlê naxwaze û bang dike Îsraîl gorî biryarên Konseya Ewlehiyê ya NYê hereket bike, qebûl kir.

Di roja dawîn ya rûniştina 40emîn ya Konseya Mafên Mirovan ya NYê da ku li Ofîsa Cenevreyê ya NYê hat kirin da pêşnûmaya ku Pakistanê der barê li Girên Golanê dagirkirina Îsraîlê û rewşa însanî da dabû hat gotûbêjkirin.

Piştî axaftinên der barê pêşnûmayê da di konseya 47 endam hebûn da dengdayîn hat kirin.

Di dengdayîna pêşnûmaya dijî Îsraîlê da 5 dewlet bêalî, 16 dewlet dij û 26 dewlet jî erênî ray avêtin û pêşnûmaya biryarê hat qebûlkirin.

Di dengdayînê da Awistralya, Awistirya, Brezilya, Bulgaristan, Xirwatistan, Çekya, Danîmarka, Îzlanda, Îtalya, Macaristan, Japonya, Slovakya, Îspanya, Togo, Îngilistan û Ukraynayê dijî pêşnûmayê ray avêtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.