Dinya

NY: Dibe ku Amerîka, rejim û Rûsyayê sûcên şer li Sûriyeyê encam dabin

Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya NYê ragihand li Sûriyeyê dibe ku çalakiyên koalîsyona di serkêşiya Amerîkayê da û rejim û Rûsyayê bikevin ber sûcên şer.

Nihat Kavşut   | 11.09.2019
NY: Dibe ku Amerîka, rejim û Rûsyayê sûcên şer li Sûriyeyê encam dabin

Geneve

Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku kirinên koalîsyona bi serkêşiya Amerîkayê da, Rûsya, rejim û YPG/PKKya rêxistina terorê yên li Sûriyeyê dibe ku bikevin nav sûcên şer.

Di "Rapora Komîsyons Lêkolîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Komara Erebî ya Sûriyeyê" ya komîsyonê ya ku tê da îxlalên mafên mirovan ên li Sûriyeyê heye bi berfirehî cî dan sûcên şer ên ku aliyan kirin.

Rapor li gor kêmzêde 300 hevdîtinên ji serê salê heta tîrmehê, dîmenên peykan, analîza wêne û dîmenan hat amadekirin. Di raporê da hat destnîşankirin dibe ku kirinên koalîsyona bin serkêşiya Amerîkayê da, Rûsya û rejimê bikevin nav sûcên şer.

Di raporê da hat destnîşankirin ku di êrîşên asîmanî yên ku hêzên koalîsyinê dikin da ji bo ku sivîl û hedefên eskerî ji hev bên veqetandin tevdîrên hewce nehatine hildan û hat gotin ku hincetên maqûl ên komîsyonê hene ku hêzên koalîsyonê êrîşên xwe rasterast nabe ser hedefên eskerî.

Di raporê da hat diyarkirin ku êrîşên asîmanî yên li Sûriyeyê yên koalîsyona bin serkêşiya Amerîkayê da dibe sedemê mirin yan jî birîndarbûna gelek sivîlan û dibe ku ev êrîş di nav sûcên şer da bin.

- Êrîşên ser Îdlibê

Di raporê da bal kişandin ku di êrîşên asîmanî yên rejim û balafirên Ûris ên demên dawîn ên ser herêma Îdlibê da saziyên tenduristiyê, dibistan, cihên bazaran û qadên çandiniyê hedef hatin girtin û hat destnîşankirin ku ev êrîş jî dibe ku bibin sûcê şer.

Di rapora komîsyonê da herwiha hat destnîşankirin ku rejim û piştgirên wê bi awayekî sîstematîk saziyên tenduristiyê hedef digirin û hat ragihandin ku êrîşên qesdî yên ser saziyên tenduristiyê û xebatkatên tenduristiyê jî tê wateya sûcê şer.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın