Dinya

NY: Di encama êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da herî kêm 52 hezar kes ji cî û warê xwe bûn

Bayram Altuğ  | 18.05.2021 - Rojanekırın : 19.05.2021
NY: Di encama êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da herî kêm 52 hezar kes ji cî û warê xwe bûn

Ankara

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku di encama êrîşê Îsraîlê yên dijî Xezeyê da herî kêm 52 hezar kes ji cî û warên xwe bûn.

Jens Laerkeyê Berdevkê Ofêsa Kordinasyona karên Însanî ya NYyê (OCHA) di civîna çepemeniyê ya li Ofêsa Cenewreyê ya NYyê da rewşa însanî ya li Xezeya dorpêçkirî û erdên Filistînê nirxand.

Laerke got Îsraîlê diyar kir ku Kerm Ebû Salîma deriyê sînor ê ticarî yê li Xeta Xezeyê veke, bang kir ku Deriyê Sînor ê Beyt Xanûnê (Erez) jî were vekirin.

Laerkeyê Berdevk li ser pirsa rewşa Filistîniyên ji ber êrîşên ji cî û warên xwe hatin kirin diyar kir ku li Xezeyê sivîl hê ji cî û warên xwe tên kirin.

Laerke wiha axivî: "Dikarim bêjim ku hejmara kesên ji cî û warên xwe hatin kirin ji 52 hezarî zêdetir e. Agahiyên herî dawîn hatin berdestê min ev in."

Laerke destnîşan kir ku 58 xwendingehên Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî ji 47 hezar Filistîniyê ji cî û warên xwe hatin kirin ra bûn sitargeh.

Laerke bal kişand ser birîna ceyranê ya li Xezeyê û got di rojê da bi tenê 6-8 asetan ceyranê didin herêmê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın