Dinya

Neteweyên Yekbûyî: Terefên li Lîbyayê ji bona agirbesteke mayînde li hev kirin

Nihat Kavşut  | 23.10.2020 - Rojanekırın : 24.10.2020
Neteweyên Yekbûyî: Terefên li Lîbyayê ji bona agirbesteke mayînde li hev kirin

Geneve

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand li Cenevreyê di tûra çaremîn ya civînên Komîteya Eskerî ya Hevbeş ya 5+5ê da terefên li Lîbyayê li seranserê welêt ji bona agirbesteke mayînde li hev kirin.

Wekîla Nûnerê Taybet yê Lîbyayê yê Sekreterê Giştî yê NYê Stephanîe Wîllîamsê li Ofîsa Cenevreyê ya NYê di merasima îmzeyê da axivî ku terefên Lîbyayî jî amade bûn.

Stephanîe Wîllîamsa bi Erebî axivî diyar kir ji ber peymanê kêfxweşiya xwe destnîşan kir û piştî terefên Lîbyayî metnê îmze kirin li piya li çepikan xist.

Wîllîamsê roja çarşemê jî di daxuyaniya çapemeniyê da diyar kiribû heyetên hikûmeta Lîbyayê û Xelîfe Hefterê derbekar yê serkêşê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê ku beşdarî civînên Komîsyona 5+5ê bûn digel vekirina guzergahên beja û esmanî yên li Lîbyayê hemû herêman digihînin hev û di hin mijaran da li hev kirine.

Stephanîe Wîllîams dibe ku der barê hûrgiliyên peymanê da daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın