Dinya

Neteweyên Yekbûyî: Taliban wê li Efxanistanê destûrê bide zarokên qîzîn biçin dibistana navîn

Mehmet Alaca  | 16.10.2021 - Rojanekırın : 18.10.2021
Neteweyên Yekbûyî: Taliban wê li Efxanistanê destûrê bide zarokên qîzîn biçin dibistana navîn

Ankara

 Hat ragihandin ku rêveberiya Talibanê ya li Efxanistanê di demeke nêz da wê ji bo destûra zarokên qîzîn biçin dibistana navîn wê daxuyaniyê bide.

Alîkarê Midûrê Giştî yê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Omar Abdî hefteya borî çûbû serdana Kabula paytextê Efxanistanê û li navenda giştî ya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da endamên çapemeniyê.

Abdî got ku wî bi Wezîrê Perwerdehiyê yê Talibanê ra hevdîtin kir û wiha domand: "Ji bo perwerdehiya hemû qîzan a piştî pola 6an wê destûr bê dayîn û ji bo vê xebat tê kirin û di nav mehek du mehan da wê bê daxuyandin."

Di axaftina xwe da Abdî ragihand ku ji bo zarokên qîzîn biçin dibistanê hewl didin û di bîst salên dawîn da 4 milyon zarokên qîzîn jî tev 10 milyon zarok çûn dibistanê û di deh salên dawîn da jî hejmara dibistanan ji 6 hezarî derketin 18 hezarî.

Abdî ragihand ku digel vê pêşveçûnê hê jî 2,6 milyon zarokên qîzîn jî tev 4,2 milyon zarokên Efxan nikarin biçin dibistanê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.